PYD`ê bang li gelên cîhanê kir ku li dijî siyasetên Tirkiyê dakevin qadan

PYD`ê diyar kir ku dagirkirina Efrînê di encama lihevhatineke qirêjî li ser bazara xwîna gelê Kurd ê ku bûbû bendaveke asê li dijî terora cîhanî pêk hat, PYD`ê bang li gelan kir ku roja 20`ê Çileyê (sibê) li dijî siyasetên Tirkiyê dakevin qadan.

PYD`ê bang li gelên cîhanê kir ku li dijî siyasetên Tirkiyê dakevin qadan
19 ÇILE, 2019   11:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera destpêkirina êrîşên dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de PYD`ê got herêma Efrînê ku bûbû cihê herî ewle li Sûriyê, rastî êrîşa hovane ya dewleta Tirk hat, her wiha bal kişand ser berxwedana gel û hêzên parastinê li dijî êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê. PYD`ê da zanîn ku di encama êrîşê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi sed hezaran jî ji cihên xwe hatin derxistin û niha li kantona Şehbayê dijîn.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

“Li aliyekî dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd ji rehên wî hilke, tişta ku DAIŞ`ê li Şengalê kir mîna kuştin û revandina jinan û serjêkirinê, niha artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gelên Efrînê dikin. Her wiha kesên ku ji welatên cuda û herêmên din ên Sûriyê anîne, li wir bi cih dike û guhertina demografîk pêk tîne.

Li hember van siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirkiyê û gefên li dijî ezmûna demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst e cîhan bi lez helwestê nîşan bide. Bi taybet li dijî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê, divê hêzên cîhanî ji bo vegera welatiyên Efrînê tê bikoşin û piştgiriya têkoşîna gelê me ya rizgarkirina Efrînê bikin. Her wiha divê cîhan hemû zanibe ku Tirkiye nûneriya terorê li Sûriyê dike.

Li aliyekî din jî gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê û alavên wê li ber xwe dide, lê hê jî hêzên cîhanî û navdewletî li hember vê trajediyê bê deng in ku ev trajedî birînek e di dilê hemû Kurdên çar parçeyên Kurdistanê de û di dilê hemû welatperwerên Sûriyê de.

Em wek Partiya Yekitiya Demokratîk dibînin ku tişta li Efrînê çêbû di encama lihevhatineke qirêjî ya navdewletî de pêk hat û li ser bazara xwîna welatiyên Kurd ên bêguneh ku bûbûn bendeke asê li dijî terora cîhanî. Niha dem hatiye ku hêzên demokrat ên ku mafên gelan û nirxên demokrasiyê diparêzin, bibin yek û baweriy xwe biparêzin û roja 20`ê Çileyê wek ‘roja cîhanî ya piştgiriya Efrînê’ ragihînin û piştgiriya berxwedêrên Efrînê bikin da ku Efrîn di demeke nêz de vegere ji xwediyên xwe re.

Di dawiyê de em bang li hemû gelê xwe yê li hundir û derve, hemû hêzên ku baweriyê bi demokrasî û mafên gelan tînin, dikin; roja 20`ê Çileyê li dijî siyasetên qirkirinê yên artêşa Tirk û guhertinên demografîk derkevin qadan û hemû hewldanên xwe bixin xizmeta rizgarkirina Efrînê.”

(k)

ANHA