Rojeva îro ya çapemeniya erebî

Enqereyê niyeta xwe der barê bakurê Sûriyê de eşkere kir ku dixwaze van herêman tev li dewleta xwe bike, lewma hebûna hêzên Sûriyê li Minbicê napejirîne. Nakokiyên Ereban jî bandorê li lûtkeya Beyrûtê dikin.

Rojeva îro ya çapemeniya erebî
19 ÇILE, 2019   10:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijara hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê kir, her wiha mijarên mîna protestoyên Sûdan û Iraqê, aloziya Yemenê û peymana moşekên nukleer a di navbera Rûsya û Amerîka de û lûtkeya Beyrûtê jî di rojevê de bûn.

El-Şerq El-Ewset: 6 girêk li pêşiya "herêma tampon" ji bo çereseriyê pêwîste sê alî lihev bikin

Di mijara Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê avakirina herêma tampon a li bakurê Sûriyê de raporeke berfireh weşand. Li gorî raporê di encama hevdîtinên di navbera rayedarên Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de 6 girêk li pêşiya avakirina herêma tampon derketine.

Girêkên ku rojnameyê rêz kirine, wiha ne:

1- Firehiya herêmê: Tirkiye dixwaze "herêma ewle” bi firehiya 32 km û dirêjahiya 460 km de, ji Cerablus heta sînorên Kurdistana Iraqê. Washington dibêje 10 km. Moskov dibêje 5 an 10 km. Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo jî xwest herêm di nav axa Tirkiyê de be.

2- Nav û parastina herêmê: Tirkiyê dibêje  "herêma ewle" û qedexeya asmanî, Moskov dibêje "herêma tampon" bêyî qedexeya asmanî, Kurdan ji doza herêma qedexeya asmanî li dijî êrîşên Tirkiyê kir.

3- Hebûna dewleta Sûriyê: Enqerê hebûna hêzên Sûriyê napejirîne û dixwaze pêşmergeyên kurdistana Iraqê li wir bin, Mosko dixwaze hêzên hikûmeta Sûriyê li wir bin, Kurd jî doza hebûna hêzên Sûriyê û tevgera hevbeş a li dijî Tirkiyê dikin.

4- Kurd: Amerîka doza parastina Kurdan dike, Enqere dibêje YPG nûneriya Kurdan nake, Moskov jî doza parastina berjewendiyên Kurdan û Tirkan dike.

5- Rêveberiya herêmê: Enqere dibêje bila meclisên ne girêdayî YPG`ê herêmê bi rê ve bibin, Moskov dibêje bila meclisên herêmî bin û her herêmek li gorî niştecihên wê, Kurd jî dibêjin meclisên heyî ji aliyê gel ve hatine hilbijartin.

6- Têkiliya herêman bi navendê re: Enqere hewl dide van herêman ji Şamê dûr bixe, Moskov doza vegera desthilatdariya hikûmeta Sûriyê dike, Kurd jî doza naskirina Rêveberiya Xweser dikin û QSD jî bibe parek artêşa Sûriyê.

El-Heyat: Tirkiye hebûna rejîmê li Sûriyê napejirîne

Rojnameya El-Heyat di vê derbarê de wiha nivîsî: "Tirkiye dijberya li dijî hebûna rejîma Sûriyê li Minbicê diyar kir, Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd jî xwest hêzên artêşa Sûriyê li herêmê bi cih bibin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hami Aksoy got "Hewldanên Yekîneyên Parstina Gel ku artêşa Sûriyê bînin Minbicê, nayên qebûl kirin.”

El-Ereb: Ji bo dagirkirina bakurê Sûriyê Tirkiye Kurdan dike hincet

Di heman mijarê de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsandin: "Dijberiya Tirkiyê ya ketina hêzên Sûriyê di bajarê Minbicê de, niyetên Tirkiyê eşkere dike ku dixwaze destên xwe deyne ser bakurê Sûriyê û tev li axa xwe bike."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Tirkiye her dem parêzgeha Helebê û beşek ji Idlibê jî mîna axa girêdayî Tirkiyê dibîne û dibêje ev herêm li gorî peymanên neheq ji dewleta Osmanî hatine veqetandin.”

El-Şerq El-Ewset: Nîşanên dijberiya di navbera Amerîka û Heşdî Şabiyê de

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî:  "Di demên dawîn de nîşanên dijberiya di navbera hêzên Amerîka û Heşdî Şabî ya Iraqê de derdikevin. Li gorî raporên Îsraîlê, Îran milîsên xwe li rojavayê Iraqê bi cih dike, her wiha li parlemanê jî hewl tê dayîn zagoneke ku dixwaze hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin, bê erêkirin. Di vê navberê de Amerîka jî baregehên xwe ji rojavayê Iraqê li ser sînorên Sûriyê bi hêz dike. Heşda Şabî jî xwe ji herêmên sînor venakişîne.”

El-Ereb: Di lûtkeya Beyrûtê de parçebûn, serok jî beşdar nabin

Di mijara Lubnanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Nakokiyên di navbera dewletên Ereb de bandora xwe li lûtkeya ku tê payîn hefteya bê li Beyrûtê bê lidarxistin, kir. Gelek serokan diyar kir ku ew beşdarî lûtkeyê nabin. Li gorî çavkaniyeke ji komîteya amadekar nêzî 8 serokan gotin ew beşdar nabin.”

Li gorî rojnameyê nakokiyên di navbera dewletên erebî de girêdayî mijara vegera Sûriyê ya di nava Yekitiya Ereban de, her wiha mijara destwerdana Îranê di nava Lubnanê de ne.

 El-Ereb: Moskov; stratejiya Amerîkayê ya moşekan şerê sar vedigerîne

Di mijareke cuda de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:  "Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku stratejiya parastinê ya nû ya Washingtonê di mijara şerê asmanî de pêşbirkeke metirsîdar çêke, dibe ku bigihîje radeya destpêkirina programa "Şerê Stêrkan" ê dema Şerê Sar. Wezaretê di daxuyaniyekê de got planên Amerîkayê dijber in û dê bandorê li aramiya cîhanê bike, her wiha wezaretê ji Washingtonê xwest vê mijarê dîsa bide ber çavan û bi Rûsyayê re di mijara hevsengiya çekên nukleer de bikeve nava danûstandinê.”

El-Şerq El-Ewset: Li Xertûm û Umdermanê pevçûn

Di mijara protestoyên li Sûdanê de rojnameya El-Şerq El-Ewset nûçeyeke wiha derbas kir:  "Hêzên ewlehiyê yên Sûdanê bi darê zorê koma welatiyên ku cenazeyê yek ji qurbaniyên çalakiyan vedişartin, belav kirin, her wiha li bajarê Umderman jî gaza çavan bi kar anî.

Çalakvanan got li dijî xwepêşandêran tundiya hişk hatiye bikaranîn, lewma hêrsa gel zêde bûye. Li hin taxên Xertûmê ku hin çalakvan beriya du rojan lê hatibûn kuştin, gelek welatî kom bûn û merasîmên cenazeyê veguherîn xwepêşandanên mezin. Her wiha li gelek deverên bajarê Umderman jî xwepêşandan hatin lidarxistin, hêzên ewlekariyê jî gaza çavan bi kar anî.”

El-Heyat: Hêzên Iraqê di xwepêşandanên Besrayê de gule bi kar anîn

Rojnameya El-Heyat der barê xwepêşandanên li Besrayê de wiha nivîsand:  “Koordînasyona Çalakî û Xwepêşandanan’ li Besra ya Iraqê hêzên ewlekariyê tawanbar kirin ku li dijî xwepêşandêran gule bi kar anîne. Koordînasyonê bi daxuyaniyekê got li djî xwepêşandêran binpêkirin tên kirin û da zanîn ku bikaranîna guleyan li dijî xwepêşandêran karekî ne mirovî ye.”

El-Ereb: Ji bo ku pêvajoya Siwêdê têk neçe, Griffiths di dosyaya girtiyan de pêşketinên bisînor jî dipejirîne

Di mijara Yemenê de El-Ereb wiha nivîsî: “Şandeyê navdewletî yê Yemenê Martin Griffiths got hevdîtinên li Ummanê yên der barê girtiyan de "baş û zelal " bûn û her du aliyan ji bo pêkanîna peymana Siwêdê gava yekemîn di mijara girtiyan de avêt.”

(k)