‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’

Şêniyên taxa Şêxmeqûsd a Helebê yên bi armanca piştgiriyê çûbûn Efrînê, têkildarî salvegera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser katonê û berxwedana gel a 58 rojan berdewam kir, gotin berxwedana Efrînê di rûpelên dîrokê de wê mayînde be û teqez kir ku berdêl çi be jî dê Efrîn rizgar bibe.

 ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’
 ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’
 ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’
 ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’
 ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’
 ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’
 ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûn yek’
19 ÇILE, 2019   07:24

TOLÎN HESEN / HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20‘ê Çileya 2018‘ê bi teknolojiya pêşketî û balafiran êrîşên hovane birin ser kantona Efrînê. Gelê Efrînê li rex şervanan 58 rojan li hember êrîşan berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de nêzî 400 kes ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo piştgiriyê çûbûn Efrînê û 4 rojan li wir man.

Pêkhateyên taxê û malbatên şehîdan ku beşdarî Berxwedana Serdemê bûbûn der barê salvegera yekemîn a êrîşên li ser Efrînê û berxwedana li hemberî wê hate meşandin de nêrînên xwe ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) parve kirin.

Bavê şehîd Zekeriya Efrîn, Zekeriya Qehûh wiha got: "Kurê min xwest biçe Efrînê û çû, madem em hemû ji bo vî welatî bi berdêlên giran têkoşînê dikin û Efrînê jî ji bo doza xwe ya niştimanî parastin û têkoşînê dike, me hişt ku biçe. 58 rojan ciwanên me yên qehreman heya kêliya dawî li ber xwe da û hîn jî li ber xwe didin. Digot bavo ez ezeb im, lê hin kes zewicî ne û zarokên wan hene, ez ji wan ne çêtir im, bila ez li şûna wan şehîd bibim û zarok bê bav nemînin. Zekeriya soz da şehîdan. Em şopdarên xeta şehîdan in, ji ber ku Efrînê bi xwîna şehîdên ji zarên Sûriyê hat avdan, em Efrînê ji Erdoganê dagirker û çeteyên wî re nahêlin. Ez amade me çeka kurê xwe rakim û beşdarî rizgarkirina Efrînê bibim."

58 rojên berxwedanê nayên jibîrkirin

Mirî Şibilî ji pêkhateyê Ereb e, ji aliyê xwe ve wiha anî ziman: "Beriya êrîşên li ser Efrînê me jî li taxa Şêxmeqsûd êrîşên hovane yên çeteyên Tirkiyê dîtin û li hemberî dijmin bi yekrêzî me taxa xwe parast û em bi ser ketin. Ji ber ku hêza xêr li hemberî şer her tim bi ser dikeve. Bi îrade û hêza gelê xwe ya ku xwe dispêre rêgezên neteweya demokratîk me li hember hêzên tarî li ber xwe da."

Şibilî armanca çûyîna xwe ya ji bo Efrînê di dema qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de diyar dike û wiha diaxive: "Armanca me piştgiya gelê me yê li Efrînê bû, ji ber ku gel bi Ereb û Kurdên xwe yek e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê bûne yek û hêz da berxwedanê, 58 rojên destpêkê yên berxwedanê wê tu carî neyên jibîrkirin, dîrok wê ji nifşên bê re qala berxwedanêa li hemberî êrîşên hovane bike. Çûyîna me ya Efrînê erka me bû li hemberî dagirkeriyê bibin mertal û li pişta hêzên xwe bin, ji ber em gelê Sûriyê ne, heta rizgarkirina Efrînê û vegera gel li Efrînê em ê li ber xwe bidin."

Welatiya bi navê Asya Mihemed jî yek ji 400 kesên ji Helebê ye ku beşdarî Berxwedana Serdemê bû. Asya li ser çûyîna xwe ji bo Efrînê van tiştan dibêje: "Me hewl da bi hemû derfetên xwe destekê bibin gelê Efrînê û piştgiya manewî bidin wan. Li Efrînê me îradeya gel dît. Heya niha di qonaxa duyemîn de em piştgiriya wan dikin. Bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a Berxwedana Serdemê em dibêjin wekî dayik em ê heta rizgarkirina Efrînê têkoşînê bikin."

Sena Mele Mihemed jî ji aliyê xwe ve wiha dibêje: "Gel li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bê tirs berxwedaneke bêhempa nîşan da, me ev yek bi çavê xwe dît, em li Efrînê bûn. Şervanên ji Efrînê jî ji bo rakirina çembera li ser taxê li ber xwe dan û hindek ji wan şehîd ketin, ji ber vê yekê em welatê xwe bernadin, heya Efrîn rizgar nebe em têkoşîna xwe nasekinînin."

Welatiyê bi navê Ehmed Ebdo berxwedana Efrînê silav kir û wiha anî ziman: "Me destek da gelê Efrînê da ku hemû dewlet, bi taybet dewleta Tirk nas bike ku tu kes nikare fitneyê di navbera me de derxe an jî me ji şervanên YPG û YPJ‘ê dûr bixe. Me peyamek da ku her çi qas êrîş li hemberî me werin kirin, berxwedan û hevgirtina me bi hêztir dibe."

Ebdo axaftina xwe wiha didomîne: "Em 4 rojan li tenişta gelê herêmê man, ji bo kesên birîndar me xwîna xwe da. "

Dayika şehîd Murad ê 12 Şibata 2018‘an li Efrînê şehîd bû, Emîna Diyab ji aliyê xwe ve ev tişt got: "Kurê min rexmî ku 5 rojên wî zewicîbû û zaveyê nû bû, qebûl nekir li taxê bimîne, bi şervanên taxê re çû Efrînê û li wir şehîd bû, xwîna wî dê vala neçe, em ê tola wî rakin û Efrînê rizgar bikin."

ANHA