"Divê partiyên siyasî yên Kurd li xwe vegerin"

Piştî daxuyani ya Kongreyan Nişteimaniya Kurdistan (KNK) ê, hin partiyên siyasî navedên xwe vekirin, lê heta niha patiyên Kurd ên siyasî di hemêza dijmin de, xizmeta Tirkan dikin, ji ber wê jî partiyên Siyasî ên Kurd bang li partiyên siyasî kirin ku di bin maseyekî de bicivin  û yekîtiyeke netewî ava bikin.

"Divê partiyên siyasî yên Kurd li xwe vegerin"
19 ÇILE, 2019   06:50

KOBANÊ/HÊVÎDAR HERAN-HÊZA HESEN

piştî daxuyaniya Kongreyan Nişteimaniya Kurdistan (KNK) ê ku di van demên dawî de di daxuyaniya xwe de anibû ziman ku "divê hemû partiyên Kudî bibin yek  û partiyên ku navendên wan ji aliyê Rêveberiya Xweser de nehatibûn terxîskirin hatibû girtin, dibe ku vegerin  navendên xwe vekin û xebata xwe dewam bikin, ji bo wê Partiya Demukratîk Paşverû Kurdê li Sûrî(PDKS) ê,  her wiha Partiya Çep  Kurdî ên li Sûrî bang li partiyên Siyasî ên Kudên Sûrî kirin  ku navendên xwe vekin û tekîtiyekên ku hemû partiyan siyasî ên kurd ku hemû kurdan temsîl dike ava bikin da ku li hemebrî dagirkeriyê bisekinin.

Di derbarê vê mijarê de, Ajansa me ANHA hevpeyvî bi endamê Komîteya navendî Kamîran Kenco re kirin, Kemîran di destpêka axavtina xwe de, li ser daxuyaniya KNK ê axivî û got ku  ev  gaveke pozîtî bû KNK ê avêt û  yekbûyîna partiyên me yên siyasî ên li bakurê Kurdistanê ku destên xwe dan hev û bûn yek, ji ber wê jî Kemîran bal kişan li ser girîngiya yekbûyîna partiyên siyasî ên li Sûrî ku werin li ser maseyekê li hev bicivin û wekî partiyên li Sûrî bibin yek.

Kemîran teqez kir ku hin partiyên daxuyaniyên li deverên cuda didin û di daxuyaniyên xwe de Rêveberiya Xweser rexne dikin, kesên wekî Birahîm Biro û Fûad Elko ku van kes bi riya fitn û dewrewên xwe partan ji hev durxistin û  di roja îro de jî, di hemêza dijmin de li Tirkiyê tesrîhan li dijî kurdan didin û xizmetiya dijmin dikin, Kemîran di axavtina xwe de wiha anî ziman" bila Patiyên Siyasî bizanibin ku ew kes di bin xizmeta Tirkan de ên xwe difroşin dijmin , ew tenê temsîla xwe dikin, em jî ji wan re dibêjin ku divê li ser xwe vegerin û ji ber ku  îro em di dozeke Kurdî de ne, em gel diparêzine,  divê em wekî kurd dest bidin hev û hemû partî bibin yek".

Kemîran di dirêjahiya axavtina xwe de da zanîn ku hin partiyên Siyasî dibêjin Partiya Yektiya Demukratîk PYD ê naxwaze partiyên siyasî navendên xwe vekin, lê ew tiş şaşe ew jî dibe sedema xizmetkirina dijmin, lê hin kes di nav wan de dixwazin mala Kurî çêbibe,  ji bo vê jî em dibêjin ku derfet ji her partiyeke siyasî re heye û tu li ser xwe vegerin û werin navendên xwe vekin.

Ji aliyê xwe ve jî endamên komîteya navendî ya Partiya Paşverû Kurdî ên li Sûrî Omer Yosiyf got ku em wekî partiya Paşverû, piştî daxuyaniya KNK ê ku navenda me di sala 2017 an de ji ber ku navenda ne nahatibû terxîskirin hate girtin, lê piştî daxuyaniya KNK ê me ji nûve xwe vekirin, ew pêşketineke serkeftî bû, her wiha pirsgirêka neyekbûyîna partiyên me yên siyasî, ew siyasetmedarên me, ji bin xizmetiya dijmin de, vegerin ser yekbûna xwe ya partiya Siyasî.

Yosif dest nîşan kir ku gelê kurd di roja me ya îro de, di pêvajoyeke serkeftî re derbas dibe û gelek destkevtî di bin destên me de ne, ji ber wê jî divê partiyên me ev destkevtiyan baş biparêze , da ku em bibin yek û xwedî li mafê gelê xwe derkevin.

Di dawiya axavtina xwe de, Yosif bang li hemû partiyên siyasî ên ku navendên xwe girtine kir û got ku divê partiyên me yên siyasî werin bi awayekî nû dest bi kar û xetaba xwe bikin û deriyê yekbûyîna partiyên siyasî ên kurdên li Sûrî ji wan re vekiriye.

ANHA