‘Pergala neteweya demokratîk pêla şoreşê li Rojhilata Navîn bilind dike’

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku têkoşîn, berxwedan û destkeftiyên gelê Kurd bi hêza yekitiyê xurt diin û wiha got: “Girîng e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya gelê Kurd were avakirin. Bi hevgirtina gelê Kurd êrîşên siyasî û civakî dê werin şikandin.”

‘Pergala neteweya demokratîk pêla şoreşê li Rojhilata Navîn bilind dike’
19 ÇILE, 2019   06:48

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan 13 meha Kanûnê ya sala 2018’an gef li dijî aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Li dijî gefên dewleta Tirk Rêveberiya Xweser serferberî ragihand. Gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Ermen, Tirkmen û hwd. helwesta xwe bi çalakiyan derxist holê. Her wiha li seranserê Kurdistanê gel helwesta xwe ji gef û êrîşan re nîşan dide.

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn ji Qadên Parastina Medyayê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ji bo pêşî li şoreşên Rojhilata Navîn bên girt, dixwazin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin. ”

‘Vîna gelan dibe hedafa dagirkeran’

Zîlan Vejîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, got ev êrîş vîna gelan hedef digirin û wiha dewam kir: “Di encama berdelên gelekî mezin de sîstema neteweya demokratîk hatiya avakirin û çavê hemû cîhanê li ser vê sîstemê ye. Têkoşîna gelan a şoreşa demokratîk pêk anî û azadiya gelan zindî kir.  Her wiha ev sîstema neteweya demokratîk ji sîstemên neteweperest re jî bû metirsî. Êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên li ser Rojhilata Navîn in. Ji bo pêşî li şoreşên Rojhilata Navîn bê girtin, dixwazin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin. Li hemberî hemû sîstemên netewedewlet, yekperest, cînsiyetperest û olperest sîstemeke demokrasiya gelan piştî 40 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş ket.  Îro li rojavayê Kurdistanê hemû netewe bi têkoşîn û xwedî helwesta xwe pêla şoreşê li Rojhilata Navîn bilind kir.”

‘Bila hemû dewlet helwesta gelan ji êrîşên Tirkiyê re bibînin’

Vejîn da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de hemû hêzên navneteweyî, bi taybet ên di Sûriyê de ku wek koalîsyon xwe bi nav dikin, bê deng man û wiha got: “Ew wehşeta dewleta Tirk îro jî berdewam dike. Her wiha dewleta Tirk ji bêdengiya dewletan hêz girt û niha jî heman gefan dixwe. Gelê herêmê li dijî gefên Tirkiyê helwesta xwe diyar kir. Divê hemû dewlet wê helwesta gelê herêmê bibînin û li gorî wê ew jî helwesta xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk diyar bikin.”

‘Ji hemû deman zêdetir îro derfeta yekitiyê heye’

Vejîn diyar kir ku li dijî wan êrîşên Tirkiyê pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya Kurd heye û wiha dewam kir: “Gelê Kurd di helwesta xwe pêwîstiya yekitiyê diyar kir. Êdî dema wê hatiye. Têkoşîn, berxwedan û destkeftiyên gelê Kurd hêza yekitiyê jî xurt kir. Hêzbûna yekitiya neteweyî, gelê Kurd jî bi hêz dike. Pêşîgirtina li êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi yekitiya neteweyî dê leztir pêk were. Em di demeke dîrokî û hesas re derbas dibin. Heger li gorî vê demê hêzên siyasî tev negerin, dê windahiyên mezin bidin. Ji ber ku ji hemû deman zêdetir ev derfet li ber destê gelê Kurd in ku yekitiya xwe ava bike. Hevgirtina gelê Kurd dikare êrîşên siyasî û civakî bişikîne.”

‘Li dijî parçekirinê siyaseta yekbûnê’

Vejîn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku îro gelê Kurdistanê di çarçoveya siyasî, hişmendî, pêwîstî de û li gorî rastiya gelê Kurd ya dîrokî tev digere û helwesta xwe diyar dike. Vejîn diyar kir ku pêwîst dike ku hemû hêzên kurdî li dijî parçekirinê siyaseta yekbûnê bipejirînin.

‘Yekitî teqez dê êrîş û gefan bişikîne’

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê yekitiya gelê Kurd êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd bişikîne û wiha got: “Em ji bîr nekin ku  sala 2016’an xebatên yekitiya gelê Kurd bi pêş ketin, gelê Kurd gelek deskeftî bi ser xistin. Heger deskeftiyên gelê Kurd bi yekitiyê neyên parastin, dê dijminên gelê Kurd ji wê belavbûne sûdwergirtine berdewam bikin. Parçebûna hêzên siyasî yên Kurd dihele ku êrîş hîn zêdetir bibin. Girînge ku teybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekitiyê gelê Kurd were ava kirin. Berjewendiyên şexsî jib o yekitiya gelê Kurd tiştekî bi sernaxê. Yekîtiya gelê Kurd we serkeftînên gelek mezin bi xwe re bîne.”

ANHA