'Herêma ewle li gorî dîtine Tirkiyê dê aloziyê gurtir bike'

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojekê li ser kesekî nebûn xetere, lê belê ewlehî ji tevahiya cîhanê re pêk anîn. Tirkiyê nikare herêmeke ewle ava bike, tevlihevî û binpêkirinên ku li herêmên dagir kiriye ji Cerablusê heya Idlibê rû didin isbata wê ya ber bi çav e. Îmad Dawûd bang li pêwîstiya aktîfkirina danûstandina Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir.

'Herêma ewle li gorî dîtine Tirkiyê dê aloziyê gurtir bike'
19 ÇILE, 2019   06:27

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û asta serkeftina hizra herêma ewle ya Bakurê Sûriyê bi dîtinek Amerîkî-Tirkî hevserokê Meclisa Kantona Şehabyê Îmad Dawûd ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Îmad Dawûd wiha got: "Îro li Bakurê Sûriyê em li ser tu dewletekê nebûn tehdît. Berovajî wê bi rêya tunekirina terorê me ewlehiya dewletên cîran pêk anî. Bi tunekirina terorê re me ewlehî û aştiya navdewletî çêkir. Piraniya dewletên rojavayî di serî de DYA, di nav ewlehî û aramiyê de ne. Ji ber ku şêniyên Bakurê Sûriyê bi serkêşiya QSD'ê teror tune kir û rê neda ku derbasî dewletên din bibe."

Dawûd tekez kir ku divê îro xebatên cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê werin meşandin û ev tişt anî ziman: "Rewşa Sûriyê îro, çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bingeh ve tê xwestin. Ne çareseriyên beşî ku xizmeta ajandeyên navdewletî û herêmî dike. Ev çareseriyên bingehîn ji vîna pêkhateyên gelê Sûriyê dest pê dike. Li gorî dîtina me divê ji bo çareseriyê pergaleke demokratîk ku ji tevahiya pêkhateyan re dibe bersiv, pêwîst e. Ji bo berjewendiya Sûriyê divê aliyên aloziyê tawîzan bidin, ji ber ku her projeyeke herêmî yan jî navdewletî di parçekirina Sûriyê de xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê nake û aloziyê bi dawî nake.”

Dawûd destnîşan kir ku gefên Tirkiyê her tim bi rêya şerê taybet ê berovajîkirina rastiyan tê û wiha domand: “Îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Tirkiyê tu tehdîtekê çênakin. Lê ji bo ku Tirkiyê timayên xwe li herêmê bîne cih, hewl dide çareseriyên xeyalî û kêm bibîne da ku projeyên xwe yên mêtingeriyê û dagirkeriyê pêk bîne.”

Îmad Dawûd rewşa ewlehî û aramiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir û diyar kir ku pêkhateyên herêmê di nav jiyaneke hevpar û aştiyane de ne, bi rêveberiyeke sivîl herêmê bi rê ve dibin û wiha pê de çû: “Hêzên leşkerî û ewlekariyê herêmê diparêzin. Edaleta civakî bi rêya dadgehan tê pêkanîn. Her pêkhateyek xwe di nav saziyên leşkerî, sivîl, siyasî û dadî de bi rêxistin dike. Ev rewşa pêşketî ya demokrasî û aştiyê ya herêmê, bi saya fedakariyên şehîdan û şerê li dijî terorê û komployên li dijî gelê Sûriyê bi giştî û bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.”

‘Gelo herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ewle ne heta ku avakirina herêmeke ewle dixwaze?’

Îmad Dawûd tekez kir ku hizra ewlehî û aramiyê li gorî dewleta Tirk a dagirker xeyal e. Tirkiye îdia dike ku dixwaze derbasî Efrîn û Şehbayê bibe da ku ewlehiyê lê pêk bîne. Lê bi dagirkirinê re rastiya îdiayên Tirkiyê diyar bû. Îmad wiha got: “Gelo herêmên ku Tirkiyê dagir kirine; Cerablus, Bab, Ezaz, Mareî, Efrîn û Idlib aram in? Cîhan binpêkirinên Tirkiyê li tevahiya herêmên dagirkirî dibîne, bi taybet Efrînê ku rastî sûcên şer der heqê mirovahiyê de û siyasetên guhertina demografîk û asîmîlasyonê tê.

Ji vir em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Navdewletî di nav de Rûsya dikin ku li şûna “herêma ewle” bi sponseriya dagirkeriya Tirk, dagirkeriya Tirk li herêmên Sûriyê bi dawî bikin da ku ewlehî li tevahiya Sûriyê serwer be û aloziya Sûriyê çareser bibe.”

Tirkiye ji “herêma ewle” armanc dike Mîsakî Millî ya Osmaniyan bixe meriyetê

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd destnîşan kir ku Tirkiye mîna dewletên zordest li herêmê, projeyên xwe yên taybet li bermaberî ku para xwe ya mêtingeriyê li Rojhilata Navîn li gorî plansaziya nû pêk tîne û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Divê em ala 1991’yan ji bîr nekin, dema wezîrê derve yê Tirkiyê Hikmet Çetîn serdana Îsraîlê kiriye. Wê demê Çetîn got em bi Îsraîlê re li hev dikin û di ji nû ve sazûmaniya Rojhilata Navîn de em şirîk in. Tirkiyê li ser wê esasê lê li gorî dîtinên xwe yên mêtingeriyê ya hevpeymana Mîsakî Milî ya Osmanî dixebite. Divê gelê Sûriyê haj ji timayên Tirkiyê li Sûriyê hebe.”

Di dawiyê de Îmad Dawûd bang li aktîfkirina danûstandina Sûrî-Sûrî li ser bingeha vîna azad a tevahiya aliyan kir, dûrî mudaxeleyên derve da ku bigihîjin çareseriya aloziya Sûriyê.

(şx)

ANHA