Li Minbicê rê li ber teqînekê hate girtin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rê li ber teqînekê girtin û kesê xwest teqînê pêk bîne hate kuştin .

Li Minbicê rê li ber teqînekê hate girtin
17 ÇILE, 2019   21:07

MINBIC

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê dane me çeteyekî dema hewl da mayînekê li ser rêya Mazerlî bi cih bike, ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi kamîreyên çavdêriyê hate kontrolkirin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyê mayîn bicih kiribû, dema hewl da bireve ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate kuştin û mayîn hate bê bandokirin.

Duh, ji bajarê Minbicê çeteyekî DAIŞ‘ê ku bombe li xwe pêçandibû xwe teqandin, di encamê hejmarek sivîl û leşker jiyana xwe ji dest dan.

ANHA