Macron:  Leşkerên me wê îsal jî li Sûriyeyê bimînin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Marcon ragihand ku leşkerên wan wê sala 2019’an jî li Sûriyeyê bimînin.

Macron:  Leşkerên me wê îsal jî li Sûriyeyê bimînin
17 ÇILE, 2019   18:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê  Emmanuel Marcon bi daxuyaniya li gel hêzên leşkerî dayî got: “Daxuyaniya dostê me Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê, divê me ji hedefên stratejîk ên me dûr nexîne.”

Macron anî ziman ku ev hedef tinekirina DAIŞ’ê ye, diyar kir ku leşkerên Fransa wê vê salê jî di nava hêzên koalîsyonê de li Rojhilata Navîn weke leşker bimînin. Macron got: “Bi lez û bez vekişîna hemû hêzan wê şaş be.”

Macron bal kişand ser teqîna li Mibicê pêk hat û got: “Ev tê wateya ku hê DAIŞ bi dawî nebûye.”

Macron di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk û got: “Dixwazin rola têkoşîna serketî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û mufetîkên me yên li qadê ya li dijî terorîzma Îslamî bibîr bixim.”

Serokkomarê Fransa Emmanuel Marcon ê got: “Têkoşîn bi dawî ne bûye” wê hefte heta mehên pêşiya me vê yekê diyar bike û ev tişt lê zêde kir: “Em hemû dixwazin şerê li dijî DAIŞ’ê temam bibe û bi rastî dixwazin ser bikevin.”