Sersaxî ji malbata şehîd Deham re hat xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê QSD`ê Mensûr El-Deham û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Deham re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Deham re hat xwestin
17 ÇILE, 2019   12:44

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên civaka sivîl, şervanên QSD`ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê QSD`ê Mensûr El-Deham û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Konê sersaxiyê li gundê Um Kehîf ê bakurê Til Hemîsê hate vedan.

Di konê sersaxiyê de wêneyên şehîdên navçeya Til Hemîsê, wêneyên şehîd Deham, ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala QSD`ê hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Komîteya Perwerdeyç ya akademiyên PYD`ê ya herêma Cizîrê Welat Şewqî axivî û wiha got: “Lihevkirinên di navbera gelê herêmê de ne tenê di aliyê axaftinan de ye lê belê ji ber yekitiya xwîn û têkoşînê ye. Divê gelê herêmê berxwedan û têkoşîna şehîdan ku rêya serkeftinê ronî kirin, ji bîr neke.”

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Xelef teqez kir ku ew ê ji bo parastina xaka xwe her tiştê giranbuha bikin qurban û wiha got: "Ji bo azadî, aramî û ewlehiya herêmê şehîd canê xwe feda dikin."

Serdana konê sersaxiyê didome.

(bx/bm)

ANHA