Ji bo qurbaniyên teqîna Minbicê kon hatin vedan

Malbatên şehîd û qurbaniyên teqîna li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umera ya li kolana El-Sindis a Minbicê pêk hatiye, konên sersaxiyê li bajêr û gundewarên wê vedan.

Ji bo qurbaniyên teqîna Minbicê kon hatin vedan
Ji bo qurbaniyên teqîna Minbicê kon hatin vedan
Ji bo qurbaniyên teqîna Minbicê kon hatin vedan
Ji bo qurbaniyên teqîna Minbicê kon hatin vedan
Ji bo qurbaniyên teqîna Minbicê kon hatin vedan
17 ÇILE, 2019   12:32

MINBIC

Di encama teqîna duh a li bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê de, 15 kes ji sivîl û leşkeran şehîd bûn û 18 kes jî birîndar bûn.

Ajansa me ANHA’yê navên kesên şehîd bûne eşkere kirin. Navên şehîdên sivîl wiha ne: Yesêr Ehmed El-Xelef ji gundê El-Sexîra, Fadiya Ebûd û keça wê Seher Milhim ji niştecihên Rêya Helebê, Mihemed El-Ehmed yek ji karkerên xwaringehê û ji taxa El-Sindis, Hesen Henkûrî ji gundê Um Celûd, Yasêr Xewlî Eqasî ji kantona Şehbayê û Reed El-Kurdî ji gundê Hac Ebdîn."

Ji bo sersaxiyê, malbatên şehîdan li bajarê Minbicê û gundewarên wê kon vedan.

ANHA