ANHA’yê navên 9 şehîdên Minbicê bi dest xistin

Nûçegihanên me, navên kesên di teqîna xwekuj de ku duh li bajarê Minbicê pêk hat, bi dest xistin. Hinek ji kesên ku şehîd bûne, ji aliyê malbatên wan ve hatin definkirin.

ANHA’yê navên 9 şehîdên Minbicê bi dest xistin
17 ÇILE, 2019   07:55

SELWA ABDULLAH / MINBIC

Duh saet di 12:38`an de li bajarê Minbicê kesekî xwekuj li kolana Sindis a nêzî xwaringeha Qesir El-Umeraa xwe teqand. Li gorî agahiyên dawîn, 15 kesan jiyana xwe ji dest da ku ji wan 4 leşkerên Amerîkayê ne. Her wiha 18 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên kadroyên tenduristiyê, rewşa birîndaran baş e.

Nûçegihanên me rewşa dawîn piştî teqînê, rewşa kesên ku jiyana xwe ji dest da û kesên birîndar di nexweşxaneyên bajêr de şopandin û navên 9 kesên sivîl ên di teqînê de jiyana xwe ji dest da, bi dest xistin. Li gorî sicîlên nexweşxaneyan navên şehîdan wiha ne: Yasir Ehmed El-Xelef ji gundê Qeraa ya Biçûk, Fadiya Ebûd ji Helebê û keça wê Seher Milhim, Mihemed El-Ehmed ji şêniyên kolana Sindis e û yek ji xebatkarên di xwaringehê de ye, Hesen Henkorî ji gundê Um Celûd e, Yasir Xewlî Eqasî koçberek ji kantona Şehbayê ye, Red El-Kurdî ji gundê Hac Ebdîne, 2 welatiyên ji Kobanê Hemze Şiya ji gundê Bilind û Weyso Faris ji gundê Xerab Zir in.

Tevî navên kesên ku di encama teqînê de şehîd bûne, 4 leşkên artêşa Amerîkayê jî jiyana xwe ji dest da. Lê navên wan nehatin diyarkirin. Her wiha 2 cenazeyên ku nasnameyên wan nehatin diyarkirin, li Nexweşxaneya El-Firat in. 

Endamê rêveberiya Nexweşxaneya El-Firat, Ehmed El-Hito diyar kir ku piraniya cenazeyên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye, ji aliyê malbatên wan ve birin cihê jidayikbûna wan. Hinek ji wan jî ji aliyê malbatên wan ve hatin definkirin.

(bx/bm)

ANHA