ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2019
17 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî  li dijî gefên Tirkiyê li ser sînor, li Kobanê û Serêkaniyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- TEV-DEM‘ê têkildarî avakirina herêmeke bi ewle li Bakurê Sûriyê daxuyaniyekê dide. Daxuyanî li ber avahiya tevgerê ya bajarê Qamişlo tê xwendin, piştî daxuyaniyê bi Komîteya KNK‘ê re dicive, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a kantona Efrînê bi rasthatina salevgera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser kantonê meşekê li gundê Babnis ê Şehbayê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şervanê QSD‘ê Mensûr El-Deham re dixwaze, konê sersaxiyê li gundê Um Kêf ê bakurê navçeyê tê vedan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê Qebîleya Tey a Ereb diyar kir ku diyalogên di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û rêjîma Sûriyê de dê rê li ber zêdegaviyên Tirkiyê bigire ku hewl didel herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên navçeya Holê teqez kirin ku ew ê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û bang li hêzên rêjîmê kir ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li dijî dijminatiya Tirkiyê koordîne bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Oldarên Musliman ên bajarê Hesekê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: Gelê Sûriyê bi yekrêzî xaka xwe diparêzin, Tirkiyê dixwaze vê mozayîkê xirab bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gelê Kurd di hemû pêvajoyên dîrokê de li ber xwe daye û serê xwe li hember dagirkeran netewandiye. Ev dîroka berxwedanê ya gelê Kurd li Efrînê dîsa dubare bû. Gelên herêmê 58 rojan li dijî dagirkeran li ber xwe da û navê vê berxwedanê bû “Berxwedana Serdemê”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê şervanên YPG/YPJ’ê ewle bûne û wiha got: “Metirsiya herî mezin ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gef û êrîşên dewleta Tirk in ku armanca wan ji ewlehiyê dagirkerî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrikê mîtîngekê li dar dixe. Bi heman armancê li Kampa Newroz çalakiya greva birçîbûnê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê" Buroya Jin a MSD‘ê pêşengeheke wêneyên qurbaniyên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dijwariya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê li gel kurê xwe yê şervan li eniya pêş a li ber xwe dida. Rexmî ku birîndar bibû jî li xema wê ew bû rewşa şervanan pirs bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên navçeya Girkê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê meşeke bi mişeleya li dar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Yekitiya Hunermendên Cizîrê Yekemîn Mîhrecana Mozîkê li Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo destpê dike. Mîhrecan dê 4 rojan dewam bike. saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Stasyona El-Filêhiyê ava vexwarinê dighîne 15 gundên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û bi rêjeya ji sed 25 pêwîstiya navçeyê ji avê peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Ehmed El-Meran dijwariya jiyanê li gel sermaya zêde û tunebûna hîmên jiyanê yên sereke, li berxwe dide. Malbat neçar maye di dibistanekê de ne sererastkirî bimîne. Tevî paşguhkirina rêxistinan pêşkêşkirina alîkariyan û nexweşbûna kesê tekane yê ku debara malbatê peyda dike, azarên malbatê zêde bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî salek têr û tijî destkeftî Meclisa Sivîl a Reqayê desteka warê Çandinî, Tenduristî û Perwerdehî dixe destpêka plansaziya xwe ya sala 2019'an. Her wiha xebatên jinûveavakirina binasaziya bajêr ji bo pêşxistina rewşa civakî ya şêniyan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA