Pentagon: 4 Amerîkî li Minbicê hatin kuştin

Pentagon ragihand ku du leşker, karmendekî sivîl û yek karbes di teqîna li Minbicê de hatin kuştin.

Pentagon: 4 Amerîkî li Minbicê hatin kuştin
16 ÇILE, 2019   21:23

NAVENDA NÛÇEAYN

Çeteyekî DAIŞ‘ê ku bombe li xwe pêçandibû îro li kolana Sindis a li navenda bajarê Minbicê  xwe teqand. Di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de 4 Amerîkî hebûn.

Pentagon ragihand ku di teqîna li bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyê 4 Amerîkî, jê du leşker, karmendekî sivîl û yekî bes kar hatin kuştin.

ANHA