Meclisa Rêveber: Em avakirina herêmeke bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve red dikin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Herêma bi ewle heger ne bi belavkirina Hêzên Aştiya Navdewletî û sponseriya Neteweyên Yekbûyî be ne pêkan e.

Meclisa Rêveber: Em avakirina herêmeke bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve red dikin
16 ÇILE, 2019   16:04

NAVENDA NÛÇEAYN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke weşand tê de "Avakirina herêmeke bi ewle li Bakurê Sûriyê di bin serseriya Tirkiyê de" red kir.

Daxuyanî wiha ye;

"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê hewl dide bi hemû rêbazan xaka Sûriyê dagir bike, rê û rêbazên cuda bi kar anîna da ku planên xwe yên dagirkirên pêk bînin. Di serî de çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê bi kar anîn, paşê bi xwe destwerdan kir ku herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib herî dawî Efrînê dagir kirin û niha gefên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Dewleta Tirk niha jî hewl dide bi rêya avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên xwe bi cih bîne. Em avakirina herêma bi ewle li ser xaka xwe di bin rêveberiya Tirkiyê de red dikin, ji ber ku armanc jê binkirina xaka Sûriyê û dagirkirina herêmê ye, Tirkiyê dixwaze bi vê yekê modêla demokratîk ku gelê herêmê afirandine têk bibe û derbeyekê li maf û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe. Tirkiyê dê çawa rêveberiya herêma bi ewle bike û ew beşek ji aloziyê ye, bi çi awayî be û çi navî be em dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka xwe qebûl nakin.

Em bang li hêzên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî dikin ku nehêle herêmên me werin binpê kirin. Herêma bi ewle heger ne bi belavkirina Hêzên Aştiya Navdewletî û sponseriya Neteweyên Yekbûyî be ne pêkan e.

(bb)

ANHA