Encamê dawî yê teqîna Minbicê

Li gorî agahiyên Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê, di teqîna îro li kolana Sindisê de pêk hatî, di nav de 3 leşkerên Amerîkî, du şervanên bi wan re û 13 kes şehîd bûn.

Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
Encamê dawî yê teqîna Minbicê
16 ÇILE, 2019   15:15

MINBIC

Li kolana Sindis a li navenda bajarê Minbicê, li pêşberî xwaringeha Qeser El Umerayê saet di 12:38‘an de teqînek pêk hat.

Kamereya çavdêriya dikanekî di demê teqînê de vekirî bû û dîmenê teqîna ku li kolana Sindis a Minbicê kişand.

Piştî teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, erebeyên ambulansê û agirkujê yekser berê xwe dane cihê bûyerê û tedbîr girtin. Di heman de hîlîkopeterên Amerîkayê û dewriyeyê çûne cihê bûyerê.

Hîlîkopeterên Amerîkaiyê li nêzî Stada Beledî ya li rex cihê teqînê û leşkerên Amerîkî yên li cihê teqînê rakirin.

Rêveberê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Ehmed Hîto diyar kir ku di nav de 3 leşkerên Amerîkayê û şervanên bi wan re, 13 kes şehîd bûn û 18 kes birîndar bûn. Ehmed Hîto got, rewşa 5 birîndaran giran e.

Ji ber teqînê ziyanên madî jî gihiştin mal û milkên sivîlan.

Çeteyên DAIŞ‘ê teqîn girtin ser xwe.

ANHA