Meclisa Jinên Sûriyê: Divê ji bingehek mirovî nêzî doza penaberan bibin

Meclisa Jinên Sûriyê bang kir ku civaka navdewletî kir ji bingehek mirovî nêzî doza koçberan bibin û wê ji bazarên siyasetê der bixin. Her wiha doza penaberan wek dozek navdewletî ku divê di çarçoveyek navdewletî de were çareserkirin, bê dîtin

Meclisa Jinên Sûriyê: Divê ji bingehek mirovî nêzî doza penaberan bibin
Meclisa Jinên Sûriyê: Divê ji bingehek mirovî nêzî doza penaberan bibin
Meclisa Jinên Sûriyê: Divê ji bingehek mirovî nêzî doza penaberan bibin
16 ÇILE, 2019   16:17

QAMIŞLO

Meclisa Jinên Sûriyê  girêdayî azarên koçberên Sûriyê di nav kampan de li ber Komsereya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyanî da raya giştî.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên jin ên saziyên civaka sivîl û endamên Meclisa Jinên Sûriyê hate xwendin. Berdevka Meclisa Jina Sûriyê Lîna Berekat û endama rêveber a Meclisa Jina Sûriyê Heyfa Mehmûd daxuyanî bi her du zimanên Erebî û Kurdî xwendin.

Beşdaran wêneyên qurbaniyên ku di nav kampan de dimînin û wêneya Sundis Fethullah a ku li Kampa El-Rukban a Urdinê agir bi bedena xwe û zarokên xwe pêxistî hildan.

Daxuyanî wiha ye:

Di nav bêdengiyeke navdewletî de û paşguhkirina azarên penaberên Sûriyê yên di nav kampan de, jina bi navê Sindus Fetulah li Kampa El-Rukban a penaberên Sûriyê ya Urdinê agir bi bedena xwe û zarokan xwe xist. Hejmara zarokên ku di nav kampê de ji derdora mehekê ve mirine gihaşt 15 zarokan, temanên wan 1 saliyê derbas nake. Tevî wê jî koçberên Sûriyê di nav kampê din de azaran dikşînin.

Tevhî ku hineke aramî li herêmên Sûriyê heye, lê azarê bi hezaran penaber û koçberên Sûriyê di her zivistanekê de ji nû ve dubare dibin. Bi taybet zivistana îsal ji ya par dijwartir e. Piraniya malbatên Sûriyê di nav kampên bêser û ber de li ser sînorên dewletên Tirkiyê, Iraq, Urdin û Lubnanê dimînin.

Ji 8 salên aloziya Sûriyê ve di encama şerên ku rû dane bi hezaran şêniyên Sûriyê koçber û penaber bûn û îro di nav wan kampan de rewşên ne mirovî li gel dijawriya zivistanê dijîn. Li gorî NY'î û ragihandina rêxistinên navneteweyî, aloziya Sûriyê keraseta mirovahiyê ya herî bed û xeter e.

Di dîroka Sûriyê de bûyerên ku li Sûriyê rû didin mezintirîn aloziyên mirvoî ne ku rastî wê hatiye. Sûriyê ragihandibû ku ew nikare alîkariya zêdetirî 10 milyon Sûrî yên ku rastî zirarên cuda hatine bike. Tevî wê jî bi sed hezaran birîndar, winda û bi milyonan ku bê war mane hene.

Gelek ji wan koçberî dewletên cîran bûn. Li cihên ku ne layîqî mirovan û di nav kampan de kampên ku wan ne ji sermaya zivistanê û ne ji danûstandina neexlaqî diparêze dimînin. Penaber li benda alîkariyên navneteweyî mane ya ku roj bi roj kêm dibin û nikare hêsantirîn pêwîstiyên wan peyda bike. Ji wê xirabtir, zêdetirî 3 milyon zarokên Sûriyê ji xwendinê û tenduristiyê bêpar mane.

Wek Meclisa Jinên Sûriyê û li gorî ku hatiye bibîrxistin, em bang li aliyên têkildar ên navdewletî û herêmî dikin ku van xalan ber çavan bigirin:

1- Li gorî rewşa penaber û koçberên di nav kampên dewletên cîran de bi taybet jin û zarok, divê civaka navdewletî ji doza penaberên Sûriyê wek ku dozek navdewletî ye û divê were çareserkirin bê dîin.

2- Protokola Ginev a ya taybet ji bo koçber û penaberan were bicihkirin.

3- Gelek dewletên ku koçber û penaberên Sûriyê vehewandine, heta niha peymana koçberan a 1951'an û beşa girêdayî wê 1967'an mohr nekirine. Ji ber wê divê peyman were bicihkirin da ku azarên koçberan sivik bikin.

4- Pêşxistina makenîzmeyên navdewletî da ku li gorî rêgezên parastinê ya Qanûna Navdewletî ya mirovî be.

5- Doza penaberan ji bazarên siyasî werin derxistin û ji bingehek mirovî nêzî wê bibin.

(şx)

ANHA