Xwepêşandêren Tebqayê: Em ê li dijî gefên Tirkiyê li ber xwe bibin

Welatiyên Tebqayê ku îro li dijî gefên Tirkiyê derketibûn xwepêşandanê, piştgiriya xwe ji bo hêzên QSD`ê nîşan da. Welatiyan soza bilinkirina têkoşînê da.

Xwepêşandêren Tebqayê: Em ê li dijî gefên Tirkiyê li ber xwe bibin
16 ÇILE, 2019   13:55

 TEBQA

Welatiyên bajarê Tebqayê ku îro li dijî gefên Tirkiyê derketibûn xwepêşandanê, ji ANHA`yê re axivîn. Welatiyan tekez kir ku ew li dijî gefên Tirkiyê yekdest in.

Serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Tebqayê Musena Ebdilkerîm got ev xwepêşandan ji hemû cîhanê re nameya wê yekê bû ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê partiya biratî û dostaniya hemû gelên cîhanê ye, her wiha partî gefên Tirkiyê li dijî hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê napejirîne.

Serokê rêxistina ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Idlibê Ebdilrehman Hesen jî da zanîn ku gelê Sûriyê dê li hember gefên Erdogan bê deng nemîne. Hesen da zanîn ku partiya wan hewl dide ku yekitiya gelên Sûriyê biçespîne û doza yekitiya axa Sûriyê û biratiya hemû pêkhateyan dike, dûrî hemû şêweyên nîjadperestî û tunderewiyê.

Silêman Silêman serokê buroya şaxê Tebqayê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê gefên Tirkiyê şermezar kirin û tekez kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û dagirkeriya Tirkiyê dê nikaribe bihosteke axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.

Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê Henan Mihemed jî destwerdan û gefên Tirkiyê şermezar kirin û tekez kir ku gelên herêmê rê nadin Tirkiyê ku projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Ji rêveberên Şaredariya Tebqayê Yasir Elelî jî diyar kir ku ew ji gefên Erdogan natirsin, her wiha tekez kir ku gelên herêmê li dijî gefên Tirkiyê li ber xwe didin û wiha got: “Bi têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dê hemû herêmên dagîrkirî û di serî de Efrîn rizgar bibin.”

Hevseroka Yekitiya Sporê li Tebqayê Şeza Mihemed jî der barê mijarê de axivî û wiha got: “Em îro derketin xwepêşandanê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê, em rê nadin ku Tirkiye bi tu awayan nêzî axa me bibe.”

Endamê Komîteya Lihevhatinê Elî Mihemed El-Ziyab got hemû pêkhateyên Sûriyê piştgiriya diyaloga Sûrî-Sûrî dikin, ji ber ku ew rêya çereseriyê ye û wiha axivî: “Em bi têkoşîn û fedakariya şehîdan serbilind in, em soz didin ku li ser şopa wan bimeşin heta pêkanîna armancên wan.”

(me/k)

ANHA