‘Em herêma tampon di desthilatdariya Tirkiyê de naperjirînin‘

Jinên Reqayê diyar kirin ku ew herêmên tampon di bin desthilatdariya Tirkiyê de naperjirînin. Jinan teqez kirin ku herêma tampon şêweyekî nû yê dagirkeriyê ye.

‘Em herêma tampon di desthilatdariya Tirkiyê de naperjirînin‘
‘Em herêma tampon di desthilatdariya Tirkiyê de naperjirînin‘
‘Em herêma tampon di desthilatdariya Tirkiyê de naperjirînin‘
‘Em herêma tampon di desthilatdariya Tirkiyê de naperjirînin‘
‘Em herêma tampon di desthilatdariya Tirkiyê de naperjirînin‘
16 ÇILE, 2019   14:20

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Îro li bajarê Reqayê bi sedan jin daketin kolanan û gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Jinên ku ji ANHA‘yê re axivîn diyar kirin ku herêma tampon a ku Tirkiyê dixwaze li herêmê ava bike dagirkerî ye.

Rêvebera Mala Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û wiha axaftina xwe dewam kir: ‘‘Ev herêm bi têkoşîn û fedekariya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hatine rizgarkirin, niha jî Erdogan dibêje ez ê wan rizgar bikim,  gelo Erdogan dê herêmê ji welatiyên wê rizgar bike û weke çawa li Efrînê kir çete û malbatên wan li wir bicî bike?‘‘

Zelîxa diyar kir ku ew wek welatiyên herêmê, vê herêma tampon di bin desthilatdariya  Tirkiyê de neperjirînin û wiha anî ziman: ‘‘Ev herêm dê dagirkeriyeke bi şêweyên nû be, li şûna ewlehiyê dê wan koçber bikin.‘‘

Zehra Mihemed jî gefên Tirkiyê şermezar kirin û diyar kir ku Erdogan ji hêz û rêxistina jinan ditirse, ji netewa demokratîk ditirse, lewma êrîşî herêmên ewle dike.  Zehra Mihemed her wiha da zanîn ku ew ‘‘Jiyana xwe bi azadî û aramî dewam dikin, em dagirkeriyeke Osmanî ya nû napejirînin.‘‘

Îda El-El-Elî ku dayika şehîdan e wiha axivî ‘‘Ev ax bi xwîn û têkoşîna zarokên me rizgar bûye, em dagîrkeriya Tirkiyê li herêmên rizgarkirî napejirînin.‘‘

Hinûd El-Mehmûd ku ew jî dayika şehîdan e da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk ew hêza bi tenê ye ku welatî parastin û aramî pêk anîn û got: ‘‘Na ji dagîrkeriyê re ku dixwaze xêrûbêrên herêmê bidizin û tevliheviyê di nava welatiyan de pêk bîne.‘‘

(k)

ANHA