Jinên Tebqayê, dagirkeriyê napejirînin

Jinên Tebqayê yên ku beşdarî çalakiya Rêveberiya Jinan û Yekîtiya Jinên Ciwan a Teqayê li dar xistiye, dagirkeriya Tirkiyê red kirin. Jinan teqez kirin ku, ew ê li hember astengiyên li projeya Neteweya Demokratîk derkevin û bibin mertal.

Jinên Tebqayê, dagirkeriyê napejirînin
15 ÇILE, 2019   11:17

TEBQA

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konê çalakiyê vedan. Çalakgeran teqez kir ku, ji bo li dijî dagirkirinê, pêwîstî bi yekkirina refa Kurdî heye û wiha gotin: “Em dagirkeriya Tirkiyê napejirînin.”

Çalakgeran bal kişand ser xwepêşandanan û diyar kir ku, dê ev protesto ji hemû cîhan û bi taybet ji dagirkeriya Tirk re diyar dike ku ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê li dijî gefên li ser projeya netewa demokratîk bisekinin.  Jinan got: “Dest ji azaiya ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD)’e bi dest xistine, bernadin.”

Rêvebera Rêveberiya Jinan a El-Tuweyhêniyê Fatme El-Hemdo teqez kir ku, jinên li Tebqa dê bi riya çalakî û xwepêşandanan li hember çavbirçîbûna dagirkeriya Tirk  bibin bend.

Endama kordînasyona Jinan a gundewarên bakurê Tebqayê Selwa El-Xelef destnîşan kir ku ev çalakî ne ya yekemîn e û dê ne ya dawî be û dê jin çalakyên xwe bidomînin heta ku serkeftin pêkbê.

Hevseroka Meclîsa Ciwanan a Tebqayê Rehme El-Elî jî got ku jinê roleke pir mezin di herêmê de lîstiye û wiha axivî: “Em dagirkeriyê napejirînin û armanca Tirkiyê, pêkanîna komkujiyên nû û xuliqandina fîtneyan di nava pêkhateyan de ye."

Tê bibîrxistin ku konê çalakiyê li meydana El-Mirab piştî bazara navendî ya Tebqayê hatiye vedan û bi dehan jin tevlî bûne û dê 3 rojan bidome.

(bm)

ANHA