Parlamenterên fransî xwest Kurd bêne parastin

Parlamenterên fransî yên girêdayî partiyên cuda, ji serokê Fransayê Emmanuel Macron xwest Fransa alîkariya hêzên kurdî li Sûriyê û hevalbendên wan ên ne Kurd bike ku di bin banê QSD`ê de ne.

Parlamenterên fransî xwest Kurd bêne parastin
15 ÇILE, 2019   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku parlamenterên daxwazname îmze kirine, diyar kiriye ku hêzên kurdî di rizgarkirina herêmên di bin desthilatdariya DAIŞ`ê de roleke sereke lîstiye û DAIŞ`ê li van herêman amadekariyên êrîşên li dijî Parîsê kiriye.

Di nava kesên ku daxwazname îmze kirine de serokê koma Partiya Fransaya Serhildêr Jean Luc Mélenchon, serokê koma Yekîtiya Demokratên Serbixwe Jean Christophe Lagarde û hin kesên din hene.

Di daxwaznameyê de wiha tê gotin: "Piştgiriya Fransayê ji bo hêzên kurdî ne tenê erkeke exlaqî ye, her wiha ew dikeve berjewendiyên neteweya me jî. Divê Fransa dostên xwe yên herî baş bernede."

Parlamenteran xwest Fransa berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ji Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku Kurdên Sûriyê biparêze.

ANHA