Koordînasyona Kongreya Star salvegera kongreyê pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star salvegera 14`an a Kongreya Star pîroz kir û got divê hemû jin bixebitin, xwe birêxistin bikin da ku parastina destkeftiyan bikin.

Koordînasyona Kongreya Star salvegera kongreyê pîroz kir
15 ÇILE, 2019   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 14`an a damezirandina Kongreya Star e. Der barê mijarê de Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da û salveger pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Kongreya Star di 15`ê Çileya 2005`an de bi navê Yekitiya Star bi armanca birêxistinkirina jinan ji hemû pêkhateyan û xebatê ji bo azadî û mafê xwe bistîne û xwe îsbat bike, hate avakirin.

Ji bo azadiya jinên Kurd têkoşîn kir û çend sal ji bo îsbata hebûna xwe derbas bû, ji ber rola jinan jî di civakê de heye, Yekitiya Star ji bo birêxistikirina jinan û rewşenkirina wê xebitî.

Jinên li Rojava gelek zehmetî dîtin, di serdema rejîma Baas a faşîst û desthilatdariya baviksalar û adetan mafê wê jê hatibû standin, lê wê ev yek qebûl nekir. Şoreşa Rojava di 15`ê Tîrmehê de bû destpêka rizgarkirina gelan û jinên ji kantona Kobanê, Cizîrê û Efrînê bi rihê berxwedana gelê wê dest pê bû û rizgarkirina jinan li herêmên Bakurê Sûriyê pêk hat. Ev şoreş bi navê şoreşa jinan xwedî dîroka têkoşînê hate naskirin, bi xwîn û berxwedan bi sedan jinên ku destanên lehengiyê nivîsandin ji bo pêkanîna jiyaneke ku edalat, wekhevî û azadî û gihandina civakekî demokratîk exlaqî azad tê de hebe, tê koşiya. Bi rêya vê şoreşê jina Kurd dest bi tekoşînê di hemû qadên jiyanê de kir ku bigihêjin hemû jinên di civakê de ji pêkhateya Ereb, Suryan, Kurd, Çerkez û Ermen û refa xwe bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Bi fikr û nasnameya xwe, xwe îfade bike ku bigihîje parastina mafênb xwe. Jinên Kurd bûn mînaka hemû jinan, ku bendên civakê şikandin û rola xwe di hemû qadên jiyanê de standin. Bi destpêkirina şoreşê re, her kantonekê bi îradeya xweser û saziyên xwe, jinan xwe bi rêxistin kir û berxwedana wan heta roja me ya îro dewam dike.    

Piştî salan ji têkoşîn û birêxistinkirinê ji bo dîtina azadiya jinên Kurd û bi kar û serkeftinan di hemû qadan de, Yekitiya Star ava kirin. Yekitiya Star bû cihê jinên Kurd û bû bingeha pêşketina jinan. Ew ji bendên civakê û desthilatdariya baviksalar rizgar kirin. Yekitiya Star karê xwe berfireh kir û gihîşt jinên ji hemû pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûriyê.  Dema ku kongreya xwe di 25/02/2016`an de li Rimêlanê li dar xist.

Navê wê ji Yekitiya Star bû Kongreya Star û hemû jinên ji hemû pêkhateyan cihê xwe tê de digirin, Kongreya Star bû cihê hemû jinên Ereb, Suryan, Kurd, Çerkez û Ermen li ser asta Bakurê Sûriyê.

Ji armancên Kongreya Star avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk û rizgarkirina zayendî li Rojava û hewldana tunekirina hemû şeklê newekheviyê, her wiha birêxistinkirina jinan û têkoşîna li dijî çanda destdirêjiya der heqê jinan de, civakê di hemû aliyan civakî, siyasî, çandî, mafî û aborî bi rêya jinûeavakirina civakeke siyasî û exlaqî ya azad.

Avakirina Yekitiya Star tenê jinên Kurd bûn û bi rêya civîn û çalakiyan xwe bi rêxistin dikirin, piştî derbasbûna demekê ji jinan re bingeh û rêxistin çêkin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Kongreya Star dest bi birêxistinkirina navend û saziyên xwe ji rola jinan û komîteyên girêdayî wê ji hemû herêmên Bakurê Sûriyê kir û xwe di hemû aliyan de bi rêxistin kir, ji komîn heta meclis, akademiyên perwerdeyê, kooperatîf, weqfe, sazî heta partiyan, jinan bi nav kirin ku Kongreya Star bingeha azadiya jinan e.

Koodînasyonê destnîşan kir ku jin pêşket û di hemû aliyên jiyanê siyasîk, leşkerî, aborî, civakî û çandî xwe birêxistin kir û roleke mezin di hemû sazî û navendên girêdayî wê yên Kongreya Star de list. Ji saziyên wê ev in "desteya Jin, Mala jin, Têkiliyên diblomasî û aborî, rola jin û gelek navendên din.

Komîteyên Kongreya Star ev in: Perwerd, parastin, tenduristî, ragihandin, çand û huner, şaredarî, hawîrdor, siyaset, civakî û dîplomasî. Kongreya Star deriyek li pêşiya jinan vekir ku xwe rizgar bikin û di hemû aliyan de bixebitin, her wiha jinan roleke sereke di hevserokatiyê de jî list.

Em wek Koordînasyona Kongreya Star, em ê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin, em ranawestin, em ê dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê derxin û gefên Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar dikin. Dewleta Tirk şerê demokrasiyê û çareseriya demokratîk ku di destê jinan de ye, dike. Ji bo wê divê hemû jin amade bin û parastina xaka welat bikin û di bin dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" de têkoşînê bimeşînin."

(jo/bm)

ANHA