‘Ji bo parastina biratiya gelan divê em bibin yek’

Şêniyên bajarokê Mebrûka yê Serêkaniyê anî ziman ku gefên dewleta Tirk a dagirker, biratiya gelan û deskeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef û bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin.

‘Ji bo parastina biratiya gelan divê em bibin yek’
15 ÇILE, 2019   10:21

AZAD SEFO - SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Der barê mijara gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şêniyên bajarokê Mebrûka yê Serêkaniyê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Şêniya bi navê Emel Mela Hisên di destpêka axaftina xwe de gefên Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: “Ne bi exlaq û ne mirovî ye. Em êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê red dikin, dewleta dagirker Tirkiye nikare bi hêsanî bikeve herêmên me, ji ber ku gel li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin."

Emel Mela Hisên diyar kir ku hêzên  nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û diparêzin QSD, YPG û YPJ ne û anî ziman ku wan hêzan ji bo rizgarkirina gel ji terorê ku Tirkiyê derbasî Sûriyê kirin, bi hezaran şehîd dane.

Li ser armanca gefên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê, Emel destnîşan kir ku Erdogan hewl dide fitneyên nîjadperestiyê di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de derxe û biratiya gelan têk bibe, her wiha projeya DAIŞ’ê ya kuştin û wêrankirinê dewam bike.

Nisrîn Sîno jî anî ziman ku armanca gefên Tirkiyê fitneyê di navbera gelên li herêmên Rêveberiya Xweser de belav bikin û hewl dide çeteyên DAIŞ`ê vejîne û wiha got: "Gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û derxistina tevliheviya nîjadperestiyê di nav gelê herêmê de ye, her wiha zindîkirina DAIŞ‘ê ku bi saya QSD`ê tune bûye."

Nisrîn Sîno teqez kir ku eger dagirkeriya Tirkiyê nêzî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe dê poşman bibe, ji ber ku gelê herêmê li hember êrîşan dê bê helwest nemîne. Nisrîn Sîno di dawiya axaftina xwe de ji rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî xwest li siyaseta xwe vegerin û li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya aloziyan derdixe, bisekinin.

Ehmed Mihemed El-Asî destnîşan kir ku eger gel yek be dê Tirkiye nikare bikeve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember êrîşên Tirkiyê bi yek helwestê bisekinin, Tirkiye teqez dê têk biçe, ger hewl bide bikeve herêmê".

Ehmed Mihemed El-Asî teqez kir ku ew ê li hember dagirkeriya Tirkiyê bisekinin, nehêlin serdema Osmaniyan û çeteyên DAIŞ`ê careke din vegere axa Sûriyê.

(bm)

ANHA