Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Daxuyaniyên serokê Amerîkayê yên wekî dê aboriya Tirkiyê hilweşîne, desthilatdariya Tirkiyê tengav kir. Lewma Tirkiye ku rewşa wê ya aborî jî aloz e, xwest rewşê hinekî aram bike, li aliyekî din biryara damezirandina Platforma Gaza Rojhilatê Deryaya Spî dibe bersiva hebûna Tirkiyê li herêma Deryaya Spî.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
15 ÇILE, 2019   10:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û helwestên herêmî û navdewletî kir. Her wiha serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn, mijara Sûdanê û damezirandina Platforma Gaza Rojhilatê Deryaya Spî jî di rojevê de bûn.

El-Ereb: Enqere xwe li hember gefên Tirkiyê paşde kişand

Rojnameya El-Ereb di mijara Sûriyê û gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha nivîsî: "Daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ên wekî dê aboriya Tirkiyê hilweşîne eger ew êrîşî Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd bike, Tirkiye tengav kir. Metirsî heye ku atmosfer vegere dema cezayên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê ku wê demê rewşa Tirkiyê ya aborî pir aloz kir.

Tirkiyê hewl da bi du aliyan bersiva gefên Trump bide, aliyek jê ku ew ji gefan natirse, jixwe ev tenê axaftinên ji bo ragihandinê ne û ji bo raya giştî ya navxweyî ne ku fêrî van zirtên berpirsyarên Tirkiyê bûne. Aliyê din ew e ku Tirkiye hewl dide bibêje mijara herêma ewle li ser sînor a ku Trump behs kiriye dipejirîne, dixwaze bibêje jixwe ev pêşniyara me bû. Tirkiye bi vî awayî dixwaze deriyên xwe ji Amerîkayê re vekirî bihêle.”

El-Şerq El-Ewset: Amerîka û Tirkiye ji bo herêma ewle li Sûriyê bi lez in

Di heman mijarê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Di têkiliyeke bi rêya telefonê de serokê Amerîkayê Donald Trump û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan behsa mijara avakirina herêma ewle di navbera Enqere û Kurdên Sûriyê de kir. Ev axaftin piştî ku duh serok Trump gef li Tirkiyê kiribûn ku eger ew êrîşî Kurdan bike dê aboriya wê hilweşîne, pêk hat.”

El-Şerq El-Ewset: Li Iraqê hevrikiya Urdun û Îranê

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha got: "Qada Iraqê bûye meydana hevrikiya di navbera Urdun û Îranê de. Berpirsên her du welatan di hefteya derbasbûyî de çûne Bexdayê, herî dawî qiralê Urdunê Ebdela Elsanî duh gihîşte paytexta Iraqê, beriya wî jî wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî çûbû Bexdayê.

Li gorî çavkaniyên Iraqê qiral Ebdela û Zerîf dê di serdanên xwe de bi rayedarên Iraqê re der barê mijarên girêdayî her du aliyan de binirxînin, her wiha mijarên mîna petrol, enerjî, sînor û mijarên girêdayî siyaseta derve û helwestên li hember hin rewşên herêmê jî bêne nirxandin.

El-Ereb: Pompeo der barê biryareke li dijî hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê de hişyarî da

Rojnameya El-Ereb di vê derbarê de wiha nivîsî: "Amerîkayê bi awayekî fermî ji Iraqê re got eger perlemana Iraqê zagonên ku hêzên Amerîkayê neçar bike ji Iraqê derekevin bide, dê têkiliyên her du aliyan pir xerab bibin, lê li gorî hevsengiya hêzan li perlemanê, dê biryareke wiha derkeve.”

El-Heyat: El-Beşîr careke din xwe neda alî û guhertina hikumetê bi encamên hilbijartinên 2020`an ve girê da

Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: "Serokê Sûdanê li pêşiya komek alîgirên xwe li herêma Darforê got hikûmet bi xwepêşandanan nayê guhertin El-Beşîr tekez kir ku ew xwe ji hikûmetê nade paş û diyar kir ku rêya guhertinê hilbijartin in, gel wê sala 2020`an biryarê bide ka kî dê wî bi rê ve bibe."

El-Ereb: Washington eniyeke dijberî Îranê ava dike

Der barê gera Pompeo ya li Rojhilata Navîn de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di mijara nepêkanîna hevpeymana Siwêdê li Yemenê de, Hûsî tawanbar kirin.

Li gorî çavdêran ev helwesta Amerîkayê ya der barê Yemenê de, nameyek bû ji Îranê re ku piştgiriya Hûsiyan dike, her wiha rastiya armancên gera Pompeo dide nîşandan ku ew dixwaze gelek dewletan li dijî Îranê bîne ba hev."

El-Şerq El-Ewset: Lîbya beşdarî lutkeya aborî nabe û Lubnanê jî rexne dike

Di mijara Lubnanê de El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Lîbya biryar da ku beşdarî lûtkeya aborî û civakî ya Erebî bibe ku dê roja Şemiyê li Beyrûtê bê lidarxistin nebe, piştî ku hin alîgirên tevgera `Emel` a şîe ala serxwebûna Lîbyayê qetant. Di vê navberê de serokê Lubnanê Mîşêl On û wezîrê karên derve Cibran Basîl diyar kir ku tişta bûyî ne helwesta welatê wan e.

Di dîmenên ku li ser malperên civakî hatine weşandin de, hin kesên rûpêçayî xuya dikin ku ala Lîbyayê li Beyrûtê tînin xwarê û binpê dikin, her wiha hin rêveberên tevgera Emel xwest Lîbya beşdarî lûtkeyê nebe heta ku çarenûsa Îmam Mûsa El-Sedr eşkere nebe, Mûsa El-Sedr di sala 1978`an de li Lîbyayê winda bû û heta niha çarenûsa wî ne diyar e."

El-Ereb: Platforma Gaza Rojhilatê Deryaya Spî alava fişarên siyasî ye

Di mijareke cuda de rojnameya El-Ereb wiha got: "Biryara Qahîreyê ya damezirandina yekemîn Platforma Gaza Rojhilatê Deryaya Spî (EMGF) gelek nameyên siyasî hinartin, nameyên sereke ew in ku hevsengiya hêzên li rojhilatê Deryaya Spî biparêze û bersiveke şênber bide hebûna Tirkiyê li herêma Deryaya Spî.

Ji ber ev rewş li xweşiya Tirkiyê nayê, dibe ku gengeşiya li Qibris û Sûriyê û geşkirina nakokiyên herêmê çeka Tirkiyê be li hember vê pergala nû ku xwediyê hêzeke siyasî û aborî ye. Niha Enqere ketiye nava kevirên destarê Îsraîl û Yekitiya Ewropayê ku piştgiriya hebûna Îtalyayê ya di nava platformê de dikin.

(k)