Li Tebqayê sedemên qutbûna kehrebeyê

Li gel ku Gerînendetiya Kehrebeyê xebatên sererastkirinê yên toreyên kehrebeyê dike jî, lê hê jî kehrebe li ser bajarê Tebqayê qut dibe. Komîte hewl dide bi hevkariya hin rêxistinan toreyên kehrebeyê biguherîne.

Li Tebqayê sedemên qutbûna kehrebeyê
Li Tebqayê sedemên qutbûna kehrebeyê
Li Tebqayê sedemên qutbûna kehrebeyê
Li Tebqayê sedemên qutbûna kehrebeyê
Li Tebqayê sedemên qutbûna kehrebeyê
Li Tebqayê sedemên qutbûna kehrebeyê
15 ÇILE, 2019   10:26

TEBQA

Gerînendetiya Kehrebeyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê xebatên sererastkirina toreya kehrebeyê didomîne. Di encama barkirina kehrebeya zêde de, di rojê de gelek caran kehrebe qut dibe. Sedema qutbûna kehrebeyê kêmderfetî û zêde barkirina kehrebeyê ye.

Ji ber kevnbûna toreya kehrebeyê li piraniya herêmên Tebqayê û bajêr bi taybet di dirêjahiya 4 serdeman de tevî ku çeteyan alavên pêwîst ên kehrebeyê talan kirine, bû sedem ku kehrebe ji ber barkirina zêde qut bibe. Ev barkirina zêde bi rêjeya ji sedî 80 toreyên kehrebeyê ya sivik û navîn telef kiriye. Di zivistanê de, ji havînê bêtir ev barkirin zêde dibe û nîvê mezaxtinê derbas dike.

Werşeyên kar ên girêdayî Gerînendetiya Kehrebeyê ruxmî derfetên basît, xebatên sererastkirina toreyan di 24 saetan de dimeşînin. Lê pirgirêka herî mezin a qutbûna kehrebeyê barkirina zêde ya veguhêra bendava Firatê ye. Hin caran barkirin digihîje asta herî jor, ji ber wê kadroya fenî neçar dimîne ku kehrebeyê qut bike da ku verguhêrê sar bikin.

Sedemên barkirina zêde ew in ku şênî li gorî ku tê xwestin enerjiyê xerc nakin.

Girêdayî mekanîzmaya zeftkirina muxelefeyan hevserokê Komîteya Aborî ya Tebqayê Ehmed Silêman diyar kir ku komîteyê hemû girtekên qanûnî  bi zeftkirina muxalefeyan ku hin caran digihîje asta qutkirina kehrebeyê, digirin.

Silêman ragihand ku Komîteya Aborî bi hevkariya rêxistinekê di pêşeroja nêz de bi rêya projeyekê dê toreyên kehrebeyê li gundewar û bajêr biguhere.

(şx/bm)

ANHA