‘Tirkiye ji bo Ereban ji Îranê xeternaktir e’

Rojnemavan û nivîskarê misrî Mihsin Ewedallah diyar kir ku Erdogan bi rêya terorê berjewendiyên xwe pêk tîne, lê dê têk biçin û wiha got: “Ji bo Ereban, Tirkiye ji Îranê xeternaktir e. Her çendî cîhanê ji bo demekê çavê xwe ji piştgiriya Erdogan a bi terorê re girtibe jî, dê ev rewş dirêj neke û dê sêhr biqulibe ser sêhrbaz.”

‘Tirkiye ji bo Ereban ji Îranê xeternaktir e’
15 ÇILE, 2019   09:49

DIYAR EHMO / NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û nivîskarê misrî Mihsin Ewedallah ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ava bike û xetereya Tirkiyê ji bo dewletên Ereb ji ya Îranê mezintir e. Mihsin diyar kir ku hêj haya dewletên Ereb bi yekê çênebûye.

Mihsin destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide Rojhilata Navîn ji nû ve li gorî berjewendî û îdeolojiya xwe sazûman bike û wiha axivî: “Tirkiye dixwaze bi rêya komên ku desteka çek û pere dide wan, tevlihevî û bêaramiyê li herêmê belav bike. Enqere dibîne ku dikare bi rêya van çeteyan Împaratoriya Osmanî vegerîne. Lê Erdogan nizane ku dema împaratoriyan bi dawî bûye û êdî dewlet ava bûne û divê sînor bên danîn.”

Mihsin Ewedallah zelal kir ku piştgiriya Erdogan ji teror û terorîstan re, ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiym dê têk biçe û wiha pê de çû: “Eger cîhanê çavên xwe ji sponseriya Tirkiyê ya ji komên çete re li Sûriyê girtine, ev rewş wê dirêj neke û di nêz de dê sêhr biqulibe ser sêhrbaz.”

Helwesta dewletên Ereb ji bo kiryarên Tirkiyê

Mihsin helwestên erebî li hember lîstokên Erdogan ên di qadên dewletên Ereb de rexne kir û wiha got: “Mixabin piraniya dewletên Ereb haya wan ji xetere û kiryarên Tirkiyê yên li herêmê çênebûye. Ez nizanim ev nezanî ye an jî bi zanebûn e. Lê ya teqez ew e ku rola Tirkiyê ji berjewendiya dewletên rojavayî re dilîze, nahêle bala Ereban bikişîne. Dibe ku ji ber zextên rojavayiyan be. Lê bala Ereban li kiryarên Îranê yên li herêmê ye. Amerîka dixwaze tirsê bixe nav refa Ereban û bi Ereban bide bawerkirin ku planeke Îranî heye ku dewletên Ereb hilweşîne.”

Ewedallah teqez kir ku siyaseta Tirkiyê li dewletên Ereb bi taybet Sûriyê ne ji ya Îranê kêmtir e û wiha got: "Divê dewletên Ereb bizanin ku xetereya kiryarên Tirkiyê ji siyaseta Îranê ya Rojhilata Navîn ne kêmtir e. Îran heta niha tu dewleteke Ereb dagir nekiriye, di dema ku Tirkiye beşek mezin ji herêmên Bakurê Sûriyê xistiye bin serweriya xwe. Beriya wê jî Lîwa Îskenderûn tev li xaka Tirkiyê kir. Her wiha Tirkiyê hêzên leşkerî û komên çekdar ên girêdayî xwe li Sûriyê bi cih kirine û bi awayekî asayî operasyonên leşkerî li Iraqê pêk tîne. Ruxmî wê jî hîna berteka erebî lawaz e û xetereya binpêkirinên Tirkiyê tê negihîştine. Mîna ku min berê bi bîr xistiye, dewletên rojavayî roleke mezin di vî warî de dilîzin."

Girêdayî mijara vegera Sûriyê ya Komkara Erebî û vekirina hin konsolosxaneyên Ereb Ewedallah ev tişt anî ziman: "Vekirina konslosxaneyan ne ji bo vegera têkiliya bi Şamê re ye. Lê belê bi Moskovê re ye. Li gorî nêrîna min plana dawîn a çareseriya aloziya Sûriyê, Rûsya ji bo ji nû ve pergala Esad vegerîne dewletên Ereb mîna beriya 2011'an roleke mezin dilîze."

Mihsin der barê rola Rûsyayê li Sûriyê de jî wiha got: “Moskov niha aloziya Sûriyê bi giştî bi dest xwe ve aniye, bi taybet jî piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Bakurê Sûriyê. Niha Rûsya hewl dide dest bi çareseriya siyasî bike û bi rêya zextê li ser hevalbendên xwe yên dewletên Ereb dorpêça li ser rejîma Esed rake. Îsbata vê yekê jî serdana serokê Sûdanê Umer El-Beşîr ji Şamê re ye ku bi balafireke leşkerî ya Rûsyayê pêk hatibû.”

Mihsin di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Vegera Şamê li Komkara Erebî helbet dê pêk were. Dê di lûtkeya bê ya li Tûnisê de ev mijar were nîqaşkirin û şandaya Sûriyê li lûtkeya duyemîn amade bibe."

(dh-şx/bm)

ANHA