Ji bo zarokên xwe yên astengdar li benda alîkariyê ye

Dayika Terfa Silêman li gel paşguhkirina rêxistinên alîkariya mirovî û pêşkêşnekirina alîkariyan, nikare zarokên xwe yên astengdar xwedî bike.

Ji bo zarokên xwe yên astengdar li benda alîkariyê ye
15 ÇILE, 2019   09:37

HEMED EL-MISTEFA - FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Terfa Silêman (73) ji şêniyên gundê El-Sewa yê rojavayê gundewarên Dêrazorê ye. Ji deh salan ve hevserê wê miriye û ji wê demê ve dayika Terfa zarokên xwe yên astengdar li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî, xwedî dike.

Rewşa dayika Terfa gelekî trajedîk e. Keça wê Rozelîn a 24 salî, di mêjiyê xwe de astengdar e û bi hewcedariya eleqedariyeke taybet e. Lê dayika Terfa êdî mîna berê nikare wê xwedî bike.

Tevî wê jî kurê wê bi navê Mehmûd ê 36 salî felc bûye, nabihîze û nikare biaxive û astengdarê mêjî ye. Piştî ku mezin bûye, dayika Terfa êdî nikare alîkariya wî bike li gel tunebûna dermankirina pêwîst.

Dayika Terfa debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez dike. Dayik dibêje kar ne mîna berê ye û di peydakirina qutê xwe de zehmetiyan dikişîne. Tevî wê jî ji ber temenê wê yê mezin, êdî nikare mîna berê bixebite û kesek alîkariya wê nake.

Dayikê destnîşan kir ku gelek caran hewl daye di dema DAIŞ'ê de keça xwe bibe herêmên din da ku derman bike, lê hewldanên wê têk çûne. Ji ber wê rewşa keça wê her ku çûye xirabtir bûye. Niha jî hewcedariya wê bi eleqedariyeke taybet heye.

Girêdayî mijarê dayika Terfa ev tişt anî ziman: "Êdî kesek alîkariya min bike tune ye, ji ber ku her du kurên min ên din derketin derveyî Sûriyê. Heta niha kesekî li deriyê min nexistiye û negotiye pêwîstiya zarokan te çi ye. Êdî halê min jî nema ku wan xwedî bikim û pêdiviyên wan peyda bikim."

Terfa bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya her du zarokên wê yên astengdar bikin.

(şx)

ANHA