Cenazeyê şervanê YPG‘ê Xidir bi merasîmekî girseyî hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Xidir El-Hisên bi merasîmekê bi heybet li goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugur ê navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Xidir bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG‘ê Xidir bi merasîmekî girseyî hate veşartin
14 ÇILE, 2019   18:53

QAMIŞLO

Bi tevlêbûna bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê, şervanên YPG, YPG, Hêzên Asayîşê, cenazeyê şervanê YPG‘ê Xidir El-Hisên ê ku di pêngava Şerê Tinekirina Terorê  şehîd bibû bi merasîmekê bi heybet li goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugur ê navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Merasîm bi rêzgirtin û turana leşkerî dest pê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dayîn.

Bi navê malbata şehîd apê wî, Elî El-Xizêl jî anî ziman ku ji bo azadiyê ew amade ne berdêl bidin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Nasnameyê şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.

ANHA