Li herêma Panorama derxistina cenazeyan bi dawî bû

Tîma destwerdanên destpêkê ya girêdayî Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ragihand ku wan derxistina cenazeyên li herêma Panorama bi dawî kir.

Li herêma Panorama derxistina cenazeyan bi dawî bû
Li herêma Panorama derxistina cenazeyan bi dawî bû
Li herêma Panorama derxistina cenazeyan bi dawî bû
Li herêma Panorama derxistina cenazeyan bi dawî bû
13 ÇILE, 2019   13:38

REQA

Tîma destwerdanên destpêkê piştî 3`ê meh û nîvan ji rakirina cenazeyên li herêma Panorama îro bi dawî kirin, dest bi sererastkirina erdê kirin û paşê dê berê xwe bidin goristana li El-Fexîxê ku yek ji mezintirîn goristanên Reqayê ye.

Serokê Komîteya Jinûveavakirinê Ebdillah El-Eryan got ku wan di dema karê tîmê de di 3 meh û nîvan de 793 cenaze derxistin. Ji wan cenazeyan 463 cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê ne. Cenaze li herêma Til El-Biyê hatin definkirin.

El-Eryan diyar kir ku sedema derengmayîna wan li herêma Panorama ji ber kûrahiya xendekên ku cenaze xistibûnê û pirbûna hejmara cenazeyan bû. Her wiha herêma Panorama yek ji mezintirîn goristana komî li bajarê Reqayê bû.

El-Eryan destnîşan kir ku di demên pêş de ew ê berê xwe bidin herêma El-Fexîxê, di wir de jî nêzî hezar cenaze hene.

(jo/bm)

ANHA