Saziyên êzidiyan bang li cîhanê kir ku gelên bakurê Sûriyê biparêzin

Sazî û rêxistinên êzidiyan ên li hundir û derveyî welat ji raya giştî ya cîhanê xwest ku li dijî planên Tirkiyê yên li dijî bakurê Sûriyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Saziyên êzidiyan bang li cîhanê kir ku gelên bakurê Sûriyê biparêzin
13 ÇILE, 2019   13:45

ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, Mala Êzidiyan a Cizîrê û Kombenda Êzidiyên Sûriyê li Almanyayê der barê gefên dewleta Tirk de daxuyaniyeke hevbeş de weşand.

Daxuyanî îro bi zimanên kurdî û erebî li Kampa Serdem a Şehbayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryara vekişîna hêzên Amerîkayê rûyê dewleta Tirkiyê eşkere kirû wiha hate  gotin: “Tirkiyê hema piştî daxuyaniyê got ew ê Kurdan li bakurê Sûriyê binax bikin. Ev rastiya hişmendiya Tirkiyê diyar dike. Tirkiye DAIŞ`ê wek teror nabîne, lê ew li dijî hêzên demokratîk ên di bin banê QSD`ê de û Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmenan şer dike.”

Daxuyaniyê bal kişand ser metirsiyên li dijî êzidiyan û rewşa êzidiyên Efrînê û wiha hate gotin: “Gundên me bûne cihê komên tundraw, bi darê zorê welatiyên me dibin mizgeftên ku li gundên me vekirine, hicaba îslamê bi darê zorê li jin û keçên me dikin, navên gundên me guhertin.”

Sazî û rêxistinên êzidiyan bang li cîhanê kir ku êzidî û hemû pêkhateyên herêmê biparêzin û li dijî siyasetên dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bi cih bînin û li herêmên bakurê Sûriyê qedexeya asmanî pêk bînin.

Her wiha di daxuyaniyê de ji dewleta Sûriyê hate xwestin ku sînorên xwe biparêze û rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bigire.

(k)

ANHA