Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim

Şêniyên Efrînê dema ku cenazeyê şehîd Çiya Kurd oxir kir, gotin divê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn berdewam bike.

Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
Birayê Şehîd Çiya Kurd: Ez ê çeka birayê xwe hildim
13 ÇILE, 2019   13:30

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG`ê Serbest Emer (Çiya Kurd) ku 11`ê Çileyê de dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmekê oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Çiya Kurd ji Nexweşxaneya Afrîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mihemed got divê hemû gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Kurd di hemû aliyan de, heta rizgarkirina Efrînê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha Mihemed got ku her çendî birayê Ocalan, Mihemed Ocalan serdana wî kiribe jî tecrîd hîn jî berdewam e û wiha pê de çû: “Ji ber wê divê her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî hilde.”

Her wiha bi navê Meclisa Kantona Şehbayê Zekiya Abdulmin a ji pêkhateya Ereb axivî û diyar kir ku divê hemû gelê Sûriyê hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin û gotinên xwe wiha domandin: “Divê ev sal bibe sala çareseriya siyasî û bidawîkirina aloziya Sûriyê. Hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û şênî li malên xwe vegerin.”

Zekiya di dawiya gotinên xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û wiha got: “Heta bidestxistina azadiyê û rizgarkirina xakê em ê şopa şehîdan bişopînin.”

Bi navê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Şehbayê Esmehan Hesen axivî û diyar kir ku berxwedana şervanan a li Efrînê ku 58 rojan berdewam kir, ji hemû cîhanê re teqez kir ku gelê Efrînê gelekî berxwedêr e û axaftina xwe wiha domandin: “Gelê Efrînê bi ax û nasnameya xwe ve girêdayî ye. Tu carî axa xwe ji dagirkeran re nahêle û berxwedana wan heta rizgarkirina Efrînê dê berdewam bike.”

Piştre wesîqeta şehadetê ji aliyê mamoste Nazliye Oso ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Birayê şehîd Çiya, Mihemed Emer axivî û got ew amade ye ku çeka birayê xwe yê şehîd rake da ku parastina Efrînê berdewam bike. Her wiha destnîşan kir ku ew tu carî xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê li hemû şehîd û malbatên wan pîroz kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Çiya Kurd di nava dirûşmeyên “Şehîd namirin” û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate oxirkirin.

(bx/bm)

ANHA