Gelê Eyn Îsa piştgirî da çalakiyên li ser sînor

Welatiyên navçeya Eyn Îsa piştgiriya xwe ji bo çalakiyên li ser sînorên bakurê Sûriyê nîşan da. Welatiyan gefên Tirkiyê şermezar kirin û diyar kir ku yekitiya gelên herêmê dê gefên dagirkeran têk bibe.

Gelê Eyn Îsa piştgirî da çalakiyên li ser sînor
Gelê Eyn Îsa piştgirî da çalakiyên li ser sînor
Gelê Eyn Îsa piştgirî da çalakiyên li ser sînor
Gelê Eyn Îsa piştgirî da çalakiyên li ser sînor
Gelê Eyn Îsa piştgirî da çalakiyên li ser sînor
13 ÇILE, 2019   12:45

GIRÊ SPÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî, bi armanca piştgiriya konên çalakiyê yên li ser sînor, çalakiyek lidar xistin.

Çalakî bi beşdariya bi dehan ciwan û welatiyên navçeyê û gundewarên wê, li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hate lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi vê armancê li bajarokên navçeya Eyin Îsa rêzeçalakî li dar xistin.

Çalakiya îro bi deqeyek erêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê endamê tevgerê Elî Elelî, bi navê komîteya malbatên şehîdan Sûzan Ebûd û bi navê Kongreya Star Xewla Ebdilcebar, axivîn.

Di axaftinan de rêzeçalakiyên li ser sînor li dijî gefên Tirkiyê hatin silavkirin û hate gotin ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriya van çalakiyan dikin.

Her wiha diyarkirin ku yekitî û hevkariya gel û pêkhateyên herêmê li dijî hemû plan û êrîşan bûye egera aramî û ewlehiya herêmê. Di axaftinan de her wiha tekezî li ser wê yekê hate kirin ku gelên herêmê hemû şêweyên dagirkeriyê naperjirînin û dê li dijî gef û planên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Çalakî bi dirûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.

(ek/k)

ANHA