Îsraîlê çalakiya ‘Mertalê Bakur’ bi dawî kir

Îsraîlê ragihand ku wan çalakiya Mertalê Bakur (Deri El-Şemal) li ser sînorê Lubnanê bi dawî kir û hemû qenalên Hizbullahê rûxandin.

Îsraîlê çalakiya ‘Mertalê Bakur’ bi dawî kir
13 ÇILE, 2019   10:07

NAVENA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro teqez kir ku wan hemû qenalên ku Hizbullaha Lubnanê kolandibûn ku bi rêya wan derbasî xaka Îsraîlê dibûn, dîtine û wan qelanên wan hemû rûxandine.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conricos Colonel Lieutenant têkildarî mijarê ji rojnamevanan re wiha got: "Me qenaleke din a êrîşê yê Hizbullahê di bin sînorê ji Lubnanê heta Îsraîlê de dît, li gorî nirxandina me tu qenalên din neman."

Îsraîlê di 4`ê Kanûna 2018`an çalakiyeke berfireh a lêgerîna qenalan û rûxandina wan li ser sînorê bi Lubnanê re dabû destpêkirin.

Beriya demekê serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu diyar kiribû ku çalakiya rûxandina qenalên Hizbullahê yên derbasbûna xaka wan, kêm maye bi dawî bibe.

(jo)