Şaredariya El-Keramê dest bi saleke tijî proje dike

Şaredariya El-Keramê, li gundewarên rojhilatê Reqayê karibû di sala 2018’an de gelek projeyên xizmetê pêk bîne. Ji bo sala nû jî hewl dide karê xizmetguzariyê baş dike û gelek proje û plan ji sala nû re amade kirine.

Şaredariya El-Keramê dest bi saleke tijî proje dike
Şaredariya El-Keramê dest bi saleke tijî proje dike
13 ÇILE, 2019   10:40

HEMED EL-MISTEFA – EHMED EL-ESAF / REQA

Piştî damezirandina Şaredariya El-Keramê di 5’ê di Mijdara 2017’an de ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê ve gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn. Meclisa Sivîl a Reqayê piştî ku Reqa hat rizgarkirin, li gundên rojhilatê Reqayê gelek xizmet kirin û amûrên xizmetê peyda kirin.

Piştî vekirina şaredariyê ji bo bajarokê El-Keramê û gundewarên wê hinek traktor ji bo karên paqijiyê hatin amadekirin. Ew çopê (sergo) dibin cihên diyarkirî û piştî kombûnê jî komîteya peywendîdar çopê dişewitînin ji bo bêhn jê belav nebe û nebe sedema nexweşiyan.

Her wiha yek ji karên şaredariyê yê pêşîn sererastkirina kanalîzasyonên avê û xetên şebekeyên ava vexwarinê bû. Di encama karê şaredariyê de stasyona avê ya gundên El-Hemrat û El-Keramê avê digihîne 200 hezar kesî.

Her wiha rêyên sereke û yên ne sereke yên ku DAIŞ’ê bi axê girtibûn da ku sivîl neçin herêmên rizgarkirî, hatin vekirin. Di heman demê de rêyên ku di encama êrîşên DAIŞ’ê de kort lê vebûbûn, hatin sererastkirin. Taxên ku wêran bûne, hatin paqijkirin. 

Komîteya Ekolojiyê ya şaredariyê roleke mezin di vegera xweşikbûn û şaristaniyê de lîst. Lewre baxên Zana û El-Keramê sererast kirin û tê de daniştok, kursî, kesixandina daran, çandina darên siyê, ji nû ve çêkirina golên avê yên di nava parkan de, boyaxkirina derî û sûrên parkan û xemilandina wan hatine çêkirin.

Wekî din şaredariyê rêyên derdikevin derveyî bajarok û gundên girêdayî wê sererast kirin, Çerxerêya Şehîdan ava kir. Her wiha ji bo naskirina dever, trafîk û rêyan tabela hatin danîn.

Proje û planên pêşerojê

Li gel karên ku şaredariyê îsal kirine, hinek proje ji bo pêşerojê jî amede kirine. Projeyên wekî sererastkirina rêyan, ronîkirina rêyên nav bajarok, sererastkirina kanalîzasyonên hinek gundan, nûkirina şebekeyên kevn, danîna qutiyên çopê, sererastkirina stasyona kanalîzasyona ku DAIŞ’ê wêran kiribû û cihê qesaban dê pêk bînin.

Hevserokê Şaredariya El-Keramê Xalid El-Ximer diyar kir ku piştî ku El-Keramê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, wan gelek karên giranbuha kirine.

Xalid El-Ximer li ser karên pêşerojê axivî û wiha got: "Şaredarî rûyê şaristaniya herêmê ye. Ji ber ku karê xizmetguzariyê ji gel re dike. Ji ber wê jî deriyê me ji şênî û giliyên wan re vekirî ye. Em ê îsal gelek xizmetan ji gel re bikin.”

(bm)

ANHA