Leyla Guven: Dengê wan gihişt min

Leyla Guven a 65 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku wê dengê kesên duh heya girtîgehê meşiyan û piştgirî dan çalakiya wê bihîstine û hezkirina xwe ji hemû kesan re şand.

Leyla Guven: Dengê wan gihişt min
11 ÇILE, 2019   11:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir, di roja 65'an de berdewam dike.

 Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan a bi dayika xwe re bi telefonê axivî ev agahî dan: “Rewşa tenduristiya dayika min xerabtir bûye û bi alîkariya personelên girtîgehê hatiye ser telefonê.”

 Sabîha, got: “Dayika min dengê kesên duh heya girtîgehê meşiyan û piştgirî dan çalakiya wê bihîstine û hezkirina xwe ji hemû kesan re şand.”