Kongreya PYD’ê bi axaftinan dewam dike

Di kongreya PYD’ê de gelek axaftin hatin kirin û hate gotin ku ew dê bi hêza gelê berxwedêr û  tekoşînê Efrînê rizgar bikin.

Kongreya PYD’ê bi axaftinan dewam dike
Kongreya PYD’ê bi axaftinan dewam dike
Kongreya PYD’ê bi axaftinan dewam dike
Kongreya PYD’ê bi axaftinan dewam dike
Kongreya PYD’ê bi axaftinan dewam dike
11 ÇILE, 2019   10:55

KOBANÊ

Kongreya PYD’ê ya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê tê lidarxistin, berdewam dike. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze sîstema dewleta Osmanî vegerîne û wekî xelîfeyekî Islamê li ser gelê Kurd, Ereb, Ermen û Suryan ferz bike ku bi rêya ragihandina xwe dixwaze projeya neteweya demokratîk xirab bike.

Şahoz Hesen di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Her kes ji bo me planan datîne, divê em jî li gorî wan planan hişyar bin. Divê em ji bo avakirina siyaseta neteweya demokratîk amade bin."

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêxî kongreya yekemîn pîroz kir û got bi saya şehîdên xwe, wan PYD ava kir û PYD paritiyeke şehîdan e ku li ser asta siyasî ya rêxistinî û avakirina neteweyeke demokratîk tê dikoşe.

Li ser navê Konreya Star Heyfa Mislim û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mihemed Dalelî axivîn û di axaftina xwe diyar kirin ku gelê bakurê Sûriyê gihîştiye asteke bilind ku îro gavên mezin diavêje û têkoşîneke mezin dimeşîne.

Kongre dewam dike.

(ekîp)

ANHA