Ji ber topbarana Tirkiyê çavên xwe winda kirin

5‘ê Adarê ji bo zarokên bi navên Mihemed û Cûma Ebdulqadir rojeke tarî bû. Di vê rojê de çavên her du zarokan di encama êrîşa hewayî ya balafirên Tirkiyê de kor bûn û niha jî bi hewcedariya alîkariyê ne.

Ji ber topbarana Tirkiyê çavên xwe winda kirin
11 ÇILE, 2019   09:42

ROZANA DADO / HELEB

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê hemû sînor derbas kirin. Şêniyên Efrînê neçar man ku dev ji malên xwe berdin. Bi dehan zarokên Efrînê parçeyên ji laşê xwe winda kirin. Ji wan her du zarokên bi navên Mihemed û Cûma Abdulqadir çavên xwe winda kirin.

5`ê Adara 2018`an malbata Mihemed Abdulqadir (13) û malbata Cûma Abdulqadir (4) ên ji gundê Eşwene yê girêdayî navçeya Bilbilê, dev ji malên xwe berda. Her du malbatan biryar da ku berê xwe bidin bajarê Efrînê û li gel xizmên xwe bimînin. Lê tişta ku li ser rê çêbû, pir bi êş bû. Dema ku di rê de bûn û li ser erebeyeke biçûk ku 15 jin, zarok û mêr di erebeyê de bûn û li ser rêya gundê Berbene yê girêdayî navçeya Raco, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve bûn hedef.

Di encama topbaranê de jineke pîr ji gundê Zerko, zarokek ji gundê Eşûne, zilamekî nasnameya wî nehat diyarkirin jiyana xwe ji dest da, 3 jinên ciwan birîndar bûn û her wiha zarokên bi navên Mihemed Abdulqadir û Cûma Abdulqadir bi giranî birîndar bûn.

Mihemed û Cûma çavên xwe winda kirin

Her du zarokan nizanîbû ku çarenûsa wan ew qasî bi êş be. Her du zarok ji lingên xwe birîndar bûn, rûyên wan şewitîn û birîndar bûn, her wiha her du zarokan ji ber topbaranê çavên xwe winda kirin.

Her du zarok ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatin rakirin û ji bo tedawiyê ew birin Nexweşxaneya El-Camia. Her du zarok zêdetirî hefteyekê di nexweşxaneyê de man. Paşê meta her du zarokan a ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî, ew xwedî kirin ji ber malbatên her du zarokan di wê demê de li Efrînê man.

Piştî 8 mehan ji birîndarbûna Mihemed Abdulqadir û Cûma Abdulqadir, heta niha jî encamên birîndariyê li ser laşê wan diyar in, hê jî têne tedawîkirin û li hêviyê ne ku pak bibin.

Bijîşkên bajarê Helebê teqez kir ku pêwîstiya çavên Mihemed bi emeliyatê heye da ku roniya çavê wî vegere. Buhayê emeliyatê 900 hezar lîreyên Sûriyê ye û derfetên malbata Mihemed tune ne ku kurê xwe emeliyat bike.

Ji bo şewatên di rûyê Mihemed de, bijîşk diyar dikin ku ew nikarin emeliyatê ji wî re bikin heta ku temenê wî dibe 18 salî.

Mihemedê 13 salî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ev 8 meh e ez bi meta xwe re dijîm, piştî ku ez şandim Nexweşxaneya El-Cemîa ez dûrî malbata xwe bûm û êşa şewatê nedisekinî, min rojên pir zehmet derbas kirin, hêvî dikim emeliyat ji min re bê kirin."

Mihemed heta niha bûyerên biêş ku li gundê Berbenê rû dan, di bîra wî de ne û naxwaze vegere gundê xwe û wiha dibêje: "Heta ku çete li gundê me ne, ez venagerim wir, ji ber ku ew sivîlan dikujin.”

Li ser malperên civakî wêne û dîmenên Cûma

Çîroka Cûma Ebdilqadir ku çavên wî kor bûn, li ser malperên civakî bi wêne û dîmen belav bûye. Çalakvanên malperên civakî banga alîkariya zarok kir û gelek kes pê re mijûl bûn.

Hêjayî gotinê ye ku di dema êrîşên Tirkiyê de, balafiran mala malbata Mihemed Ebdilqadir bombebaran kir û bi tevahî hate rûxandin.

(ekîb)

ANHA