HPG’ê 6 şehîdên Serhedê bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûne eşkere kir û got, "Di şexsê van hevrêyên xwe de ku bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketina doza azadiyê ya Kurd re ji bo me bûn mînak, şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi bîr tînin."

HPG’ê 6 şehîdên Serhedê bi bîr anî
HPG’ê 6 şehîdên Serhedê bi bîr anî
HPG’ê 6 şehîdên Serhedê bi bîr anî
HPG’ê 6 şehîdên Serhedê bi bîr anî
HPG’ê 6 şehîdên Serhedê bi bîr anî
11 ÇILE, 2019   10:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sala 2018'an mîna li gelemperiya Kurdistanê li herêma Serhedê jîj i bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû saleke girîng a berxwedanê. Li dijî zilma ku artêşa TC a dagirker li gelê me ferz dike, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya eyaletê de, gelek çalakiyên serketî hatin kirin û derbên giran li dijmin hatni xistin. Hêzên me ku li her devera herêma Serhedê li dijî artêşa TC a dagirker bi xurtî li ber xwe dan, bi îdîa û biryardariyeke mezin xwedî li wezîfeyên xwe derketin.

Bêguman encama ku di vê pêvajoya şer de li herêma Serhedê derkete holê, bi saya ked û hewldanên bê dawî yên şehîdên me yên leheng afirîn. Her hevrêyekî me ku di sala 2018'an de li deverên cuda yên herêma Serhedê di şer û êrîşên hewayî de şehîd bûn, bîrdariyeke baweriyê bûn. Em van hevrêyên xwe yên leheng bi bîr tînin.

Daxuyaniya HPG'ê wiha dewam kir:

"Hevrê Berxwedan (Farûk Polat), Felat (Behçet Arvas), Rojger (Nesîm Aktan), Welat (Guney Bati), Hogir (Sînan Karagulle) û Mazlûm (Savaş Dora) bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketina doza azadiyê ya Kurd re ji me hemûyan re bûn mînak. Di şexsê wan de em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê malbatên hêja yên ehvrêyên me de, sersaxiyê ji gelê herêma Serhedê û tevahiya Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azaidyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Soza herî watedar a ji bo şehîdan, meşa li ser xeta milîtanî ya Apoyî ye.Em bang li ciwanên welatparêz ên herêma Serhedê dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin."

Nasnameyên şehîdan wiha ne ;

Nasnav: Berxwedan Ararat

Nav paşnav: Farûk Polat

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Ayşe-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Nîsana 2018'an / Agirî

Nasnav: Felat Artos

Nav paşnav: Behçet Arvas

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sîman Perî - Mûrat

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers

Nasnav: Rojger Karayazi

Nav paşnav: Nesîm Aktan

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Dayik-Bav: Zahîde-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers

Nasnav: Welat Bahoz

Nav paşnav: Guney Bati

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Bedriye-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2018'an / Eyaleta Serhedê

Nasnav: Hogir Begirî

Nav paşnav: Sînan Karagulle

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Turkan-Abdulselam

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2018'an / Agirî

Nasnav: Mazlûm Agir

Nav paşnav: Savaş Dora

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Nazenîn-Ebedîn

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2018'an / Agirî