‘Dagirkeriya Tirkiyê destpêkê jiyana hevpar a pêkhateyan kir hedef‘

Welatiyên Efrînê yên ji pêkhateyên Ereb destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê li ser Efrînê hevgirtina gelan kir hedef. Welatiyan teqez kir ku planên Tirkiyê bandorê li wan nakin û dê piştî rizgarkirinê li Efrînê vegerin.

‘Dagirkeriya Tirkiyê destpêkê jiyana hevpar a pêkhateyan kir hedef‘
11 ÇILE, 2019   08:50

ARIF SILÊMAN – CEFER CEFO / ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20‘ê Çileya 2018‘an bi armanca qirkirên êrîşên hovane li dijî kantona Efrînê pêk anîn. Di êrîşan de çêkên herî pêşketîn û balafir hatin bi karanîn. Şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe 58 rojan di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li hemberî van êrîşan têkoşîneke bêhempa nîşan dan. Şêniyan ji bo xwe ji komkujiyên dagirkeran biparêzin, xwe li kampa Şehbayê girt û li wir berxwedana xwe didomînin.

Welatiyên Efrînê yên ji pêkhateya Ereb ku niha li Şehbayê dimînin, teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk di serî de hevgirtina pêkhateyên herêmê kirin hedef û gotin berxwedana wan berdewan e ta vegerin Efrîna rizgarkirî.

Îsmaîl Osman anî ziman ku Kurd û Ereb li Efrînê xwişk û bira ne û got: "Dagirkeriya Tirkiyê di serî de jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de kir hedef. Ji ber ku tehemula wê jiyana hevpar re nema û bi rêya çeteyên xwe yên ku xêr û bêra Efrînê talan kirin, em hedef girtin."

Osman destnîşan kir ku hemû gelên herêmê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê sekinîn û ev wiha bi lêv kir: "Berxewdana me bi dawî nabe, em li kantona Şehbayê didomînin, em li hemberî hemû astengiyan li ber xwe didin heya Efrîn rizgar bikin û lê vegerin."

Şêrîn Hisên jî ji aliyê xwe ve got Efrîn ji dagirkeran re namîne û wiha domand: "Hêviya me pir mezin e ku em ê li Efrînê vegerin, em li hemberî şert û mercên zehmet, serm û seqemê li ber xwe bidin, em ê bi serbilindayî vegerin Efrînê."

Îmad Elî jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê tevahî gelê Efrînê armanc girt û wiha got: "Wek pêkhateya Ereb li hemberî dagirkerên Efrînê me li ber xwe da, ji ber me bi Kurdan re bi yek giyanê jiya, êrîşê ne tenê pêkhateyek armanc girt, lê hemû armanc girtin"

Elî di berdewana axaftina xwe de anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê kuştin, dizîn, birîna daran û wêrankirina malan kir û got:  "Dilovanî li gel wan tineye, lê em ê mafê bi vîn xwe bibin, ji ber em ê li ber xwe bidin heya vegerin Efrînê."

(dh)

ANHA