Rewşenbîrên Efrînê: Tirkiye dixwaze desthilatdariya Osmaniyan ji nû ve ava bike

Rewşenbîrên kantona Efrînê destnîşan kir ku armanca êrîşên Tirkiyê li ser axa Sûriyê ew e ku desthilatdariyeke Osmanî ya nû ava bike û bang li gelên herêmê kir ku li hember gefên Tirkiyê xwe bi rêxistin bikin.

Rewşenbîrên Efrînê: Tirkiye dixwaze desthilatdariya Osmaniyan ji nû ve ava bike
11 ÇILE, 2019   08:43

ARIF SILÊMAN- CEFER CEFO/ ŞEHBA

Têkildarî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşenbîrên li kantona Şehbayê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Ebdo diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka ku ava bûye heya niha li ser siyaseteke qirêjî ji kuştin, îşkencekirin, wêrankirin û tunekirina gelan dimeşe û wiha got: "Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de komkujiyek li ser Ermenan pêk anîn ku di encamê de bi hezaran Ermen bûne qurbanî."

Ebdo destnîşan kir ku heman siyaset îro li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û anî ziman ku Tirkiyê bi armanca ku desthilatdariya Osmanî dîsa zindî bike û bi hinceta şerê li djiî terorê, xaka Sûriyê dagir dike.

Ebdo got dagirkeriya Tirkiyê her tim hewl dide Kurdan tune bike, ji ber ku Kurd xwedî proje û fikrên demokratîk in, lewre komkujî li bakurê Kurdisatanê pêk anîn û mal wêran kirin, da ku Kurd azadiya xwe bi dest nexin.

Nivîskar Mihemed Welîd ji aliyê xwe ve wiha axivî: "Tirkiyê hewl dide gelan bi taybet gelê Kurd qir bike. Efrîn nimûna vê yekê ye. Armanca Tirkiyê li Bakurê Sûriyê ne tenê Kurd, di heman demê de tevahî pêkhateyên herêmê ne. Ji ber ku dibîne rêya avakirina desthilatdariya Osmanî girtî ye û sedema vê yekê projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê dibîne."

Welîd anî ziman ku Tirkiye dewleteke dagirker e, xwe li ser kuştin, wêrankirin û qirkirina gelan û çandan ava kiriye.

Endama Yekitiya Rewşenbîran Rûken Hisên bang li tevahî gelên herêmê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê xwe bi rêxistin bikin, ji ber ku Tirkiye hewl dide axa Sûriyê dagir bike û dewleteke Osamanî bi hinceta şerê terorê ava bike. 

(dh)

ANHA