Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê 7 şervanên QSD‘ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.

Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Şedadê hatin oxirkirin
10 ÇILE, 2019   21:57

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD‘ê Heysem Abdullah (Ferman Hesekê), Muhened El-Seyîd (El-Xîra), Ehmed El-Salih (Miyeser), Ehmed Milhim (Umer), Fayîz Tean ( Kados), Mehmûd Ezîz (Egîd) û Abdullah El-Ehmed (Egîd) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwamekê ber bi goristana Şehîdan a navçeya Şedadê bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve pêk hat. Ji fermandarên YPG‘ê Salih El-Zobai sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku bi sazya şehîdan herêm ji terora DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin.

Zobai anî ziman ku têkoşîna wan berdewam e heya tevahî herêm ji DAIŞ‘ê werin rizgarkirin.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Seher Mihemed jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Wekî malbatên şehîdan ji bo rizgarkirina deverên dagirkerî ji terorê em amade ne berdêl bidin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman El-Nasir nasnameyên şehîdan xwendin û radestê malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin veşartin.

ANHA