‘Hevalbendiya me ya bi Amerîkayê re nayê wateyê ku me xwe spartiyê wê‘

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî destnîşan kir ku şerên tinekirina terorê beriya avabûna Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ'ê ji Serêkaniyê destpê kiribû û got: "Em pişta xwe nadin tu kesî heta ku em mafên xwe bidest bixin."

‘Hevalbendiya me ya bi Amerîkayê re nayê wateyê ku me xwe spartiyê wê‘
‘Hevalbendiya me ya bi Amerîkayê re nayê wateyê ku me xwe spartiyê wê‘
‘Hevalbendiya me ya bi Amerîkayê re nayê wateyê ku me xwe spartiyê wê‘
‘Hevalbendiya me ya bi Amerîkayê re nayê wateyê ku me xwe spartiyê wê‘
‘Hevalbendiya me ya bi Amerîkayê re nayê wateyê ku me xwe spartiyê wê‘
‘Hevalbendiya me ya bi Amerîkayê re nayê wateyê ku me xwe spartiyê wê‘
10 ÇILE, 2019   19:16

TEBQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê de Meclisa Ciwanên Tebqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan îro li Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî bi dirûşmeyên 'Na ji dagirkeriya Tirk û komkujiyên Osmaniyan re', 'Na ji parçekirina welat', 'Hemû pêkhateyên Sûriyê di heman keştiyê de ne', 'Bijî biratiya gelan û neteweya demokratîk', 'li dijî êrîşên Tirkiyê serî hildin serî hildin', civînek orgenîze kir.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî, hevserokatiya her du meclisên Zagonsaz û Rêveber ên Tebqayê, fermendarên QSD'ê, bi dehan endamên komîteyên sivîl û endamên ciwanên Tebqa, Reqa û Dêrazorê tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Tebqayê Şiyar Mihemed rola ciwanan û çalakiyên wan ên şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî Bakurê Sûriyê bi bîr xist. Şiyar destnîşan kir ku biratiya gelan kaniya berxwedanê li hember her êrîşekê.

Girêdayî pêşdeçûnên dawîn Şiyar bal kişand ser biryara Amerîkayê ya vekişandinê ji Sûriyê ya ku hemû kaxiz li ser astên Rêveberiya Amerîkayê, navdewletî û herêmê nav hev xist. Şiyar diyar kir ku di encama wê biryarê de gelek kesayetên girîng di rêveberiya Amerîkayê de istîfa kir û wiha pê de çû: "Tirkiyê xwest ji biryarê sûdê bigire. Lê bi saya hevgirtina gelên herêmê û yekrêziya gel li rex hêzên leşkerî  ji cîhanê bi taybet Tirkiyê re me isbat kir ku beyî ku em pişta xwe bidin tu hêzekî derve em dikarin herêmên xwe biparêzin."

Ji aliyê xwe ve cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî axivî û teqez kir ku çavên tevahiya cîhanê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, ruxmî hewldanên hin aliyên ku dixwazin destkeftiyên herêmê têk bibim.

Ferhad got: "Bi hevalbendiya Koalîsyona Navdewletî li dijî terorê, me bi hev re şerê terorê kir û me gelek herêm rizgar kir. Lê ev nayê wateya ku em pişta xwe didin koalîsyonê yan jî Amerîkayê da ku em maf, azadî û rumeta xwe bidest bixin."

Şiblî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku daneyên biryara Amerîkayê di pêşerojê de wê bêtir werin guhertin û encamên vekişandina Amerîkayê bi kerastê ji bo stratejiya Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn wesifand.

Derbarê îdiayên radestkirina hin herêmên ji bo rêjîma Sûriyê Ferhad Şiblî ev îdia red kirin û got: "Rêjîma Sûriyê wekî salên beriya 2011‘an venagere. Heger rêjîm hin nuqte li ser sînorê  bi Tirkiyê re girtibin ev erka wê ye."

Ji fermendarên QSD'ê Omîd Gabar serbilindiya xwe bi ciwanan rave kir û got: "Ciwan giyana berxwedanê ne û saziya ciwanan çalak e û çêkera hemû saziyên din e."

Omîd azar û êşa gelên herêmê di dema Osmaniyan de bi bîr xist û peyamek ji ciwanan re şand ku ew bingeha guhertinê, biratiya gelan, berxwedan û neteweya demokratîk in. 

Endamê rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ibrahîm axivî û detnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan gelên herêmê rizgar bûn û dê xwîna wan vala neçe. Ebdulkerîm axaftina xwe bi soza şopandina rêya şehîdan bi dawî kir.

Civîn bi dirûşmeya bi dawî bû.

(şx)

ANHA