Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû

Ji mînakên dilgerm, dilsoz û fedakariyê yek jî têkoşer Vejîn Çiya (Dîlan Umer) ye. Vejîn Çiya koletî û teslîmkarî qebûl nekir, ji rêjîmê û komên çete re serî netewand û heya kêliya dawîn li ser soza xwe ma. Vejîn şeva 27‘ê Tîrmeha 2013‘an di encama kemîna çeteyên Cebhet El-Nusra dev li gundê Mezlûma yê başûrê Tirbespiyê tev li kerwanê şehîdên têkoşîna azadiyê bû.

Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
Têkoşer Dîlan heya kêliya dawîn li ser soza xwe bû
11 ÇILE, 2019   05:20

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Gundê Etba yê girêdayî bajarê Qamişlo ji 40 malan pêk tê. Piraniya malbatên li vî gundê dijîn, welatparêz in û bi doza kurdî û tevgera rizgariya Kurdistanê ve girêdayî ne. Li gundê Etba 20 ciwan di nava tevgerê de şehîd bûne.

Bi destpêka şoreşa rojavayê Kurdistanê û avakirina YPG û YPJ‘ê re, gelê Kurd bi serkêşiya ciwanan ji bo parastin û rûmetê, cihê xwe de nava yekîneyan de girt û bê berdêl di oxira parastin û rizgarkirina welat de giyanê xwe feda kirin. Ji wan pakrewanan yek jî têkoşer Dîlan Umer e.

Dîlan Umer ku bi eslê xwe ji gundê Eteba ye, sala 1994‘an li taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo çavê xwe li dinê vedike. Malbata Dîlan Umer ji ber zilma pêxwasên rêjîma Sûriyê ji bajêr berê xwe didin gund.

Dîlan bi giyanê xwe yê pak, jîrek û rûkeniya xwe dihat naskirin Ji ber vê yekê ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin. Dîlana ku xwedî hêviyeke biçûk bû, hêviya xwe bi cih anî, ku dixwest fêrî lêdana sazê bibe û xwe fêr kir û her wiha gelek kes jî fêr kirin.

Dîlan navê xwe ji têkoşereke tevgera rizgariya Kurdistanê ku di salên 90‘î de diçe çiyayên Kurdistanê li hemberî faşîzma deweta Tirk, girtiye. Dayika wê Etiya wiha dibêje: "Dema min Dîlan anî, ciwaneke ku navê xwe Dîlan bû, dê biçûya çiyayên Kurdistanê û xwest navê wê li keça xwe bikim. Min maf dayê û min navê zaroka xwe lê kir. Paşê got heger mezin bibe bila çeka min rake, min got heya mezin bibe em ê Kurdistanê azad bikin.”

Malbata Dîlanê piştî 15 salan li bajarê Qamişlo ma, ji bo kar berê xwe da Şamê. Li wir Dîlan xwendina navîn terk dike û beşdarî komên hunerî dibe û da ku şarezahiya jê hez dike, bi pêş bixe. Dîlanê hezkirina sazê ji bavê xwe girtiye ku di minasebetên kurdî de lê dide. Ji berê vê yekê gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dihat astengkirin.

Bi destpêka şoreşa Rojava re malbata Dîlanê ji Şamê vedigere Rojava û li bajarê Tirbespiyê bi cih dibe.

Bavê Dîlanê, Ebdulrehîm wiha dibêje: "Dema me bihîst ku herêmên Kurdan rizgar dibin, sebra me li Şamê nema, em hatin Cizîrê û li bajarê Tirbespiyê bi cih bûn û li vir em beşdarî çalakiyên şoreşê bûn.”

Dîlan bêyî dudilî beşdarî çalakiyên gel dibe û xwepêşandanên li dijî rêjîmê bi rêxistin dike û di sala 2012‘an de tev li refên YPJ‘ê dibe û navê Vejîn Çiya hildigre.

Dîlan ango Vejîn Çiya 45 rojan perwerdeyê li Akademiya Şehîd Şîlan dibîne û bi fermandar Warşîn û şehîd Munzur ve girêdayî bû. Di perwerdeyê de asta lêgerînê li gel xwe bi pêş dixe û di nîqaşan de cihê xwe digire. Li gorî hevalên wê, Dîlan ji strana şehîd Demhat a "Bi xwînê sor bû kefiya Zîlanê" hez dikir û bi dengê bilind xweşî û hezkirina welat li gel kesên ku deng guhdar dikirin, diçand.

Dîlan di pêngava rizgarkirina herêma Tirbespiyê de cih girt. Hevala wê Newroz Qamişlo li ser taybetmendiyên Dîlanê diaxive û wiha dibêje: "Dîlan em fêr kirin çawa di şerên giran de bistrên, her tim hêvî dida me, dihişt ku heval Demhat û stranên wî bandorê li me bikin. Dema heval Demhat şehîd bû, Dîlanê soza tolhildanê da û heya dawiyê stranên wî digotin."

Piştî rizgarkirina Tirbespiyê ji rêjîma Baasê, komên çete êrîşî Serêkaniyê kir. Şeva 27‘ê Tîrmeha 2013‘an jî çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî gundê Mezlûma yê başûrê Tirbespiyê kir. Dîlan û 7 hevalên xwe piştî berxwedaneke mezin di encama kemîna çeteyan de li dijî nuqteya wan gihaştin şehadetê.

Dîlanê soza ku dabû malbat û hevalên xwe yên şehîd, bi cihî anî, yek gav paşde neavêt û teslîm nebû. Heya kêliya dawîn strana ku şehîd Demhat digot, dubare kir.

Piştî 47 rojan ji şehadetê cenazeyê şehîd Dîlan û hevalên wê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hatin definkirin.

Bavê şehîd Dîlan di dema hevdîtina me li gel wî de, bi deng û saza xwe stranek diyarî keça xwe ya şehîd û hemû şehîdan kir.

Şehîd Dîlan têlên saza kurdî ku şahidên xewna ciwanekê bûn, di oxira parastina welat de feda kirin.

ANHA