Fransa: Heta em negihîjin çareseriyeke siyasî, hêzên me venakişin

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Durian teqez kir ku dê Fransa hêzên xwe ji Sûriyê dernaxe heta ku negihîjin çareseriyeke siyasî û ew ê desteka ji bo QSD`ê bidomînin.

Fransa: Heta em negihîjin çareseriyeke siyasî, hêzên me venakişin
10 ÇILE, 2019   12:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Durian ji kanala CNews re wiha got: “Hebûna me ya leşkerî ya sereke li Iraqê ye û hinek li Sûriyê ne. Bêguman eger çareseriyeke siyasî bê dîtin em ê ji vir derkevin.”

Li gorî ku Rûsya El-Yeûm ragihandiye, Le Drian diyar kir ku Rûsya berpirsyariya çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê radike û wiha got: “Rûsyayê berpirsyarî da ser milê xwe, destwerdana rewşa Sûriyê kir û destekê dide rêjîmê. Ji bo wê berpirsyariya siyasî radike heta ku bigihîje biryareke çareseriya siyasî, ne leşkerî û em naxwazin çekên kîmyewî bên bikaranîn.”

(jo)