HPG'ê li Çelê derbeyên giran li artêşa dagirker xist

HPG'ê diyar kir ku hêzên wan li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê derbeyên giran li çeper û stargehên leşkerên artêşa Tirk xistin.

HPG'ê li Çelê  derbeyên giran li artêşa dagirker xist
10 ÇILE, 2019   13:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Hêzên me 8'ê Çileyê saet 15'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbeyên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşker nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê û qada Cîloyê Biçûk.

2'ê Çileyê saet 23'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker derdora gundê Gisê yê herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Bomberdûmanê zerar da bax û baxçeyên gundiyan. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên me yên gerîla nehat."