Weqfa Newroz û Kongreya Star nameyek pêşkêşî NY`yê kir

Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz û Kongreya Star li Lubnanê piştî çalakiya ku li pêşiya navenda nûnertiya NY`yê hate lidarxistin, nameyek der barê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina Komkujiya Parîsê de ku ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve pêk hat, da nûnertiya NY’yê.

Weqfa Newroz û Kongreya Star nameyek pêşkêşî NY`yê kir
Weqfa Newroz û Kongreya Star nameyek pêşkêşî NY`yê kir
Weqfa Newroz û Kongreya Star nameyek pêşkêşî NY`yê kir
10 ÇILE, 2019   12:52

BEYRÛT

Weqfeya Çandî û Civakî ya Newroz û Kongreya Star li paytexa Lubnanê Beyrûtê li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li herêma Riyad El-Silih çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de der barê qetilkirina her sê têkoşerên jin li Parîsê ku ji aliyê îstixbaratên Tirkiyê ve pêk hat, nameyek hate xwendin. Di nameyê de hate gotin ku kujerên Komkujiya Parîsê, heman kes in ku îro Efrîn dagir kirine.

Piştî ku name hate xwendin, endamên Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz, name radestî nûnerên NY`yê yên Lubnanê kir.

(bx)

ANHA