Xwendekarên Dêrazorê dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin

Îro 200 xwendekarên seretayî yên Dêrazorê, piştî 7 salan dûrketina ji dibistanan, dest bi ezmûnên werza yekemîn kir.

Xwendekarên Dêrazorê dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin
Xwendekarên Dêrazorê dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin
Xwendekarên Dêrazorê dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin
Xwendekarên Dêrazorê dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin
10 ÇILE, 2019   12:47

DÊRAZOR

Ji 7 salan şûnde ku bi sedema şer û serweriya çeteyên DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê perwerde sekinîbû, xwendekarên seretayî dest bi ezmûnên werza yekemîn a sala perwerdeyê ya 2018-2019`an kir.

Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê li bajarokê El-Sewe yê rojavayê Dêrazorê dest bi ezmûnan kir. Di destpêkê de ezmûnên devkî hatin çêkirin. Hejmara xwendekarên dibistanên seretayî li bajarokê El-Sewe 200 e.

Di vê derbarê de û li ser asta xwendekaran mamoste Nûra El-Fewaz ji ajansa me ANHA’yê re wiha got: "Ji 5 mehan ve ew xwendekaran fêrî xwendin û nivîsandinê dikin. Lewre ezmûn tên kirin. Ev jî ji ber keda ku Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê û hevkariya malbatên xwendekaran piştî 7 salan ji dûrketina xwendinê bû.”

Xwendekar bi coşeke mezin û bi amadekarî berê xwe didin ezmûnan.

ANHA