Eşîrên Serêkaniyê gefên Tirkiyê nirxandin

Rûspiyên eşîrên Ereban ên bajarê Serêkaniyê civînek ji bo nîqaşkirina gefên Tirkiyê û şîrovekirina geşedanên dawîn di aliyê siyasî de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin li dar xist.

Eşîrên Serêkaniyê gefên Tirkiyê nirxandin
Eşîrên Serêkaniyê gefên Tirkiyê nirxandin
Eşîrên Serêkaniyê gefên Tirkiyê nirxandin
Eşîrên Serêkaniyê gefên Tirkiyê nirxandin
10 ÇILE, 2019   12:21

HESEKÊ

Li ser daxwaza rûspiyên Ereb li bajarê Serêkaniyê îro civînek ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate lidarxistin.

Civîn li Hola Mîtan a bajarê Serêkaniyê bi beşdarbûna bi dehan rûspiyên Ereb û nûnerên hin partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji aliyê hevserokê buroya PYD`ê ya kantona Hesekê Ciwan Îso axaftinek hate kirin. Îso rewşa siyasî û aloziya Sûriyê şîrove kir û diyar kir ku ew parçeyeke ji aloziya Rojhilatê Navîn û ya cîhanê ye.

Îso wiha got: "Em bûyerên ku li herêmê rû didin dişopînin, em her tim dibînin ku çareseriyên ji bo Sûriyê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve tên pêşniyarkirin, ne rast in û xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nake, ji bo wê alozî hîna dewam dike. Her kes dizane ku ev şerê li herêmê kevn e û ev alozî bingeha şerê li ser desthilatdariyê ye.”

Îso da xuyakirin ku di nava şer û tevliheviyan de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Demokratîk li ser bingeha projeya neteweya demokratîk ku îradeya gelan bi hemû pêkhateyên wê bingeha çareseriyê ye û bidawîkirina şerê li herêmê ye, ji bo wê rastî gelek astengiyan û gefan tê, gefên Tirkiyê yên dawî yek ji wan e ku projeya demokratîk pûç bike.

Îso di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê her kes bi hev bigire û wiha got: “Em rê li ber pêkanîna gefên Tirkiyê bigirin û em bigihîjin Sûriyeyeke demokratîk ne navendî.”

Civîn hîna dewam dike.

(jo)

ANHA