‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye hevsengiya di navbera hêzên navdewletî de’

Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Mihemed Elî di civîna rûspî û şêxên herêma Tebqayê de got Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye hevsengiya di navbera hêzên navdewletî de û dikare rojevê biguherîne. Her wiha teqez kir ku herêm di aliyê rêveberî û yekitiyê de li cîhanê bûye mînak.

‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye hevsengiya di navbera hêzên navdewletî de’
‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye hevsengiya di navbera hêzên navdewletî de’
‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye hevsengiya di navbera hêzên navdewletî de’
‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye hevsengiya di navbera hêzên navdewletî de’
10 ÇILE, 2019   10:54

TEBQA

Civîn li navenda Meclisa Lihevanînê ya Eşîran a bajarokê El-Mensûra ya gundewarên rojhilatê Tebqayê hate lidarxistin. Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî, hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed, ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar û hemû şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêma Tebqayê tev li civînê bûn.

Hesen Mihemed Elî di destpêkê de rewşa dawî ya siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Elî di axaftina xwe de diyar kir ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne surprîzek bû û wiha anî ziman: "Biryara vekişandina hêzên Amerîkayê bûye biryara dozeke zehmet di hundirê Qesra Spî de û veqetandinên kesayetên payebilind ji rêveberiya Amerîkayê de. Lê îro jî hewldanên tên kirin ku xwe li derdora biryara vekişandinê kom bikin û plansaziyên xwe ji bo vekişandinê biguherin. Her wiha teqez bikin ku ew ê hevalbendên xwe biparêzin.”

Elî teqez kir ku wan bi aliyên Amerîkayê re gelek xal nîqaş kirin û pêşniyar hatin kirin û ev tişt got: "Me ji aliyê Amerîkî xwest ku helwestên xwe der barê vekişandina hêzên Amerîkayê û pêşerojê de diyar bikin. Yan şerê li dijî terorê berdewam bikin, destekê bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêya hêzên leşkerî parastina sînor bikin an jî herêmê li pêşiya firîna balafiran qedexe bikin.”

Her wiha Elî diyar kir ku wan bertekên erênî ji wan girtin ew jî barastina QSD`ê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û li nêzî rêveberiya sivîl û leşkerî bisekine.

Elî diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê rêveberiyê û yekrêziya civakî de bûye mînak, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye hevsengiya di navbera hêzên navdewletî de û dikare rojevê biguherîne û serdanên dîplomatîk ên dewletên derve mînaka vê yekê ye.

Hesen Mihemed Elî di dawiyê de îşaret bi cewhera têkiliyên diplomatîk di navbera MSD û rêjîma Sûriyê de kir û hemû îdiayên ku têne gotin red kirin û got ew planên tevliheviyê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berjewendiyên gelê me di ser hemû tiştî re ne. Tu pirsgirêk li gel me ji bo diyalog û lihevkirina bi rêjîma Sûriyê re tune ne. Me gelek caran serdana Şamê kir û nîqaş hatin kirin. Diyalogên bi rêjîmê re ne ji ber em lewaz in.”

ANHA