Jinên Dêrazorê fêrî bikaranîna çekan dibin

Bi armanca xweparastinê, endamên meclisên Dêrazorê yên jin fêrî bikaranîna çekan dibin.

Jinên Dêrazorê fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Dêrazorê fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Dêrazorê fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Dêrazorê fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Dêrazorê fêrî bikaranîna çekan dibin
10 ÇILE, 2019   10:54

DÊRAZOR

Bi çavdêriya Rêveberiya Jinan û Jinên Ciwan a ji bo geşkirina xweparastina takekesî û li dijî xetereyan ku bi ser herêmê de werin, endamên komîteyan û meclisên xweser ên jinên Dêrazorê dest bi fêrbûna çekan kir.

21 endamên ji meclisên jinan ên El-Kîsrat û El-Cezratê, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl û Komîteya Jinan a Meclisa Zagonsaz tev li perwerdeyê bûn.

Di vê derbarê de endama Meclisa Jinan a El-Cezratê wiha got: "Me xwest ku fêrî çekan bibin ji bo parastina herêmê ji xetereyan û geşkirina wateya xweparastinê.”

Tê payîn ku hemû jinên endamên saziyan ji bo bikaranîna çekan bên perwerdekirin.

(ekîb)

ANHA