Destê Tirkiyê di tevliheviya li Lîbyayê de jî heye

Berdevkê fermî yê artêşa El-Wetanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ji bo berpirsyariya tevliheviya ku li bajarê wan pêk tê û şikandina rêgez û ewlehiyê Tirkiye tawanbar kir û ji Meclisa Ewlehiyê xwest ku helwestekê ji destwerdanên Tirkiyê di aloziya Lîbyayê de diyar bike. 

Destê Tirkiyê di tevliheviya li Lîbyayê de jî heye
10 ÇILE, 2019   10:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Skynewsê, berdevkê fermî yê artêşa El-Wetanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî wiha got: "Em ji ber şikandina rêgezên ewlehiyê li Lîbyayê, çalakiyên kuştinên di nava refên artêş û parêzeran de, her wiha gelek kiryarên terorê, Tirkiyê tawanbar dikin."

Ehmed Mismarî wiha got: "Enqere biryarên Meclisa Ewlehiyê yên qedexekirina desteka terorê, binpê dike."

Mismarî ji Meclisa Ewlehiyê xwest ku helwestekê der barê destwerdanên Tirkiyê di aloziya Lîbyayê de bistîne û wiha got: "Em wateya hikumdariyê dizanin, li gel me vebijêrkên ku em Tirkiyê pê ceza bikin hene, em hewl didin rola Meclisa Ewlehiyê tê de hebe.”

Berdevkê Artêşa El-Wetanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî di dawiyê de wiha got: “Em ê bi her awayî hesab ji Tirkiyê bixwazin.”

(jo)